Xezeba Firatê: Girê Menxer Şerqî ji çeteyan hat paqijkirin
Girê stratejîk Menxer Şerqî yê li rojhilatê Reqayê ye, ji aliyê şervanên Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê ve hat rizgarkirin.
Girê stratejîk Menxer Şerqî yê li rojhilatê Reqayê ye, ji aliyê şervanên Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê ve hat rizgarkirin.
Şervanên Odeya Çalakiyê, heta niha gelek gund û herêm ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin û derbeyên mezin li çeteyan xistin.
Li gorî agahiyên ku ji bereyên şer hatin girtin, şervanên Xezeba Firatê girê Menxer Şerqî yê stratejîk ku bi 27 kîlometreyan li rojhilatê Reqayê ye ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin.
Şevê din jî şervanan girê Menxer Xerbî ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin.
Şervanên Xezeba Firatê ji aliyê rojhilatê Reqayê ber bi bajêr ve diçin.