Xezal Reşo: Dîwarê li Şengalê tê lêkirin, talokeyeke mezin e

Hevseroka Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Xezal Reşo bal kişande ser talokeya dîwarê ku ji hêla Baxdayê ve di navbera Şengalê û Rojava de tê çêkirin û got, "Em Rêvberiya Xweser a Şengalê ji bo ev dîwar neyê çêkirin çi ji destê me were em ê bikin."

Ji aliyê hikûmeta Kazimî ve bi çêkirina dîwarê betonê di navbera Şengalê û Rojava de civaka Êzidî tê dorpêçkirin. Hevseroka Meclisa Xwseriya Demokratîk a Şengalê Xezal Reşo jî banga hişiyariyê li pêkhateyên Şengalê kir û da diyakirin ku ev dîwar  ji bo dorpêçkirina Şengalê ye û got rêvberiya xweser li dijî çêkirina vî dîwarî ye.

Ev demek e li ser Şengalê planên qirêj têne danîn. Bi taybetî di navbera Rojava û Şengalê de, liv û tevgereke zêde ya artêşa Iraqê ye. Bi hinceta parastina sînor bênavber hêzên Iraqê li herêmê digerin. Her wiha herî dawî xwestibûn di navbera gundên Ereb û Êzdiyan de bi qasî 5 km  ji sînor dûr têl deyînin û hatin û çûna  navbera herdu pêkhateyan qut bikin. Piştî bertekên gel ev biryar heta niha pêk nehatiye. Lê di aliyê din li ser sînorê Rojava û Şengalê dîwarê betonê tê çêkirin. Ev dîwar bi dirêjahiya 250 kîlometran ji hêla lîwaya 18’e Pasewanên Sînor a Iraqê ve tê çêkirin. Bilindahiya dîwar 3’ê metre û 75 santîmetre ye.

Hevseroka Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Xezal Reşo li ser mijarê ji ANF’ê re axivî. Xezal bal kişande ser talokeya çêkirina dîwar a ji bo pêkhateyên herêmê û got: “Di dema fermana li ser Şengalê de bi hezaran mirovên ji gelê me li vî sînorî re xwe ji qirkirinê rizgar kir. Niha jî ev sînor bi temamî tê girtin. Ev dibe taloke li ser hemû pêkhateyên herêmê û taybetî li ser civaka Êzidî.  Dîsa hewildanên wan hene ku herêmê Êzdiyan û Ereban ji hev qut bikin.''

Xezal da diyakirin ku ev dîwar ne ji bo prastina sînor e belkî ji bo dorpêçkirina Şengalê ye û got, “Eger dixwazin sînor zevt bikin bila tevahiya sînorê Iraqê bihêz bikin, ne tenê yê Şengalê. Ji ber tenê ev dîwar di navbera Şengal û Rojava de ye. Wiha xuya dike  ku ev di çarçoveya pêkanîna Peymana 9’ê Cotmehê de ye. Dixwazin Şengalê dorpêç bikin û peymanê  pêk bînin. Ev planê Iraq bi serê xwe nake. Bi hevkariya dewleta Tirk û PDK’ê tê kirin.''

Reşo bi berdewamî bal kişande ser zindîbûna DAÎŞ’ê û got : “Gelo di 3’ê Tebaxa 2014’an de DAÎŞ ji ku derê hat? Em dibînin di nava Iraqê de DAÎŞ’ heye, ne li ser sînor e. Bila Iaq parêzgehên başûrê Iraqê biparêze û rê li ber çeteyan bigire. DAÎŞ ne li vir xwe nû dike, lê di nava Iraqê de.

Bi girtina vî sînorî taloke li ser gelê me tê çêkirin û em tên dorpêçkirin. Her kes dizane kesên li Şengalê li ber xwe dane, bi tu awayî nikarin seredana başûrê Kurdistanê bikin. Ji ber ku em teslîmî wan nebûne. Em Rêveberiya Xweser a Şengalê ji bo ev dîwar neyê çêkirin çi ji destê me were em ê bikin. Hedefa me ne ew e em tevliheviyê derxin, lê em dixwazin li ser axa xwe bi azadî bijîn û ne di bin dorpêçê de bin.

Hevseroka Meclîsa Xwseriya Şengalê Xezal Reşo li ser planên li ser sînor tên kirin banga hişyariyê li pêkhateyên Şengalê kir û got, “Îro talokeyeke mezin li ser Şengalê heye. Bila gelê me bizanibe ev dîwar  wan naparêze. Divê gelê me li dijî çêkirina vî dîwarî derkeve. Yên ku sînor diparastin wan bi xwe DAÎŞ derbas dikir.  Ev planke qirêj e û bila gelê me bi wê neyê xapandin.''