'Xewn û xeyalên te azadbûna me ye'

Ciwanên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ji Rêber APO’ re name nivîsandin. Di nameyan de hate gotin, "Heta dilopek xwîn di laşê me de hebe em ê xewn û xeyalê te pêk bînîn. Xewn û xeyalê te azadbuyina me ye."

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî Mexmûrê Tevgera Ciwanên Mexmûr (TCM) û Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê (TJCM) roja 23 Tebaxê pêngava “Bi fikir û ramanên Rêber Apo rexistinbûyîna xwe ava bike, dagirkeriyê têk bibe” dabûn destpêkirin, di çarçoveya wê pêngavê de jî dewreyek ya perwerdeyê da destpêkirin. Şagirdên dewreya perwerdeya ciwanan ya Şehît Doga Zîlan ji Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan re name nivîsandin.

Ji şagirdên dewreyê ciwanê bi navê Erdem Kaya di nameya xwe de “Ez pir meraq dikim ku çawa di nava çar diwaran de jî ewqas dikare me heyranî xwe bike’’ pirs dike, her wiha ciwana bi navê Sorgul Seven jî di nameya xwe de wiha dibêje “Dixwazim tu wê bizanibî ku hêviya me tu yî. Wek gulekê ku tovên wê bê çandin û pêwîstiya wê bi avê hebe, wisa pêwîstiya me bi te heye’’

Nameyên ku şagirtên dewreya perwerdê ya Şehîd Doga Zîlan ya ciwanan ji Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan re Nivîsandine wiha ne:

“Name ji bo Rêber APO

Rêberê min ev 21 salin hûn ji ber fikrên xwe yên xurt li girtîgeha Îmraliyê hatine hepskirin. Le Rêberê min gelê wargeha Şehîd Rustem Cûdî, em Rêberê xwe di dilê xwe de didin jiyankirin. Ji bo te canê me fedaye. Ji bo ew fikir û xeyalê ku tu difikirî pêk bê heta dilopek xwîn di laşê me de hebe, em ê xewn û xeyalê te rast pêk bînîn. Xewn û xeyalê te azadbûyina me ye. Em jî heyran û evîndarê fikr û ramanê te ne. Mirad û heskirina me jî bi te re jiyankirine. Niha em li pêy fikrên te ne. Bawer be ku em aramin û hewl didin azad jiyan bikin. Heya dilopek xwîn di laşê me de hebe emê têkoşîn bikin. Emê hewl bidin hîn azad jiyan bikin. Serokê me tuyî û her tim jî wê tu bî. Em bawerin em bi te re jiyan bikin, emê bi hev re kêyfxweşî jiyan bikin. Ez bawerim ku tu başî. Rêberê min wê her tim dil û mejiyên me bi tere be. Rêberê min hêviya min ewe ku tenê carek te bibînim.

Silav û rêz

Çinar Kayar

 

Ji Bo Serokê Serokan

Di serî de ez wek ciwaneke ku bi hêviya dîtina te mezin bûyîme, hêvî dikim ku rewşa te baş be û her tim silamet bî. Bi rastî jî ez heyranê te me ku sebrek te ya hinde mezin heye. Ez pir meraq dikim ku çawa di nava çar diwaran de jî ewqas dikarî me heyranê xwe bikî. Serokê min taybetmendiyek te heye ku her çiqasî ez dixwazim kêmekê di xwe de ava bikim lê ez nikarim û bi matmayî difikirim ku çawa dikarî ewqas pirtûk bixwînî. Tirsa min ya herî mezin di vê cîhanê de ewe ku ez carekê jî be te nebînim û bimirim. Ji ber xwesteka min ya herî mezin dîtina te ye. Lê ez nizanim dema ku navê te tê ez bi kelecan dibim, dema ku ez te bibînim vê çi li min were. Weke din ez pir kêyfxweşim ku ez ciwanek yê Mexmûrê me. Ji ber ku te gotibu “Zarokên Mexmûrê zarokên min in.” Ez pir bi şansim ku ez jî yek ji wan zarokanim. Ji ber hin kes hene ku ew jî ji bo we bi hesretin . Herî dawî bi hêviya dîtina te li Mexmûrê li pêşberî 12 hezar kesan û her tim başbûyîn û silametiya te, ji ber ku dema ku tu nebaş bî em nikarin bêjin ku em jiyan dikîn.

Ji dil û can çavên te maç dikim.

Heqîqet Eşq e, Eşq Jiyana Azad e…

Silav û rêz

Erdem Kaya

 

Nizanim hestên xwe çawa bînim ser ziman …

Destpêkê hêvî dikim rewşa we baş be, pir meraq dikim. Ger tu baş bî ji xwe em jî başin.

Rastî pir meraq dikim. Pir difikirim ku çawa dikarî ewqas hêviyan hem di dilê xwe de bidî jiyankirin û hem jî di dilê gelê xwe de…

Serokê min;

Dixwazim tu vê bizanibî ku heviya me tuyî. Wek gulekê ku tovê wê bê çandin û pêwîstiya wê bi avê hebe, wisa pêwîstiya me bi te heye.

Pirtûkên te dixwînim Rêberê min. Heyrana fikrê te me.

21 sal…

21 sale bi awayeke fîzîkî durî me yî Rêberê min…

Fikrê me de jiyan dikî.

Em niha di perwerdê de ne. Pir behsa te tê kirin. Pir mînakên te tên dayîn. Mijara ya min jî gotine, ji xwe tu yî…

Hêvî dikim hêviyên heyî her dem berdewam be li cem me… ji ber ku ger hêvî nebe îhtimala çêbûna ti tiştan nîne… Hêvî ji serkeftinê girîngtire…

Silav û rêzên

Sorgul Seven

 

Ji bo Mîmarê Azadiyê

Rêberê min ez wekî ciwanekê Mexmûrê pir kêyfxweşim û bi şansim ku di bin felsefe û siheta te de jiyan dikim û xwe bi rêxistin dikim. Ji bona te name nivîsîn ji bo min şeref û rûmetek pir mezin e. Di xealên min de heye ku ez bibim miroveke weke te. Tu ji bo her ciwaneke Kurd mînakeke herî mezinî. Ey Rêberê min tu bûyî hêviyek mezin di nava dilê me de. Ey Rêberê min tu bûyî hêviyek mezin di nava dilê Kurdistanê de, her sibehê bi felsefe û hêviya ku te di dilê me de dayî avakirî çavên xwe li rojê vedikim. Rêberê min te tiştek wisa di dilê gelê Kurd de daye avakirin ku her çiqasî dijmin êrîşî me dike em hê bêhtir bi te re tên girêdan, hêvî û hêrsa me zêdetir dibe. Dizanim emê rojekê azad bibin û wê her tişt bigihîje heqîqeta rast wekî ku “Me bi ciwantî destpêkir û emê bi ciwantî serbixin.” Hêvî dikim ku tu vê nameya min bibînî û bersiva min bidî.

Silav û rez

Gulbihar Tong

 

Jİ BO SEROK APO

Di serî de ez silav û rêzên xwe ji bo girtiyên İmraliyê dişînim. Dibe ku tu niha di navbera çar diwarên zindanê de bî lê tu her tim di hizir û dilê me de yî. Em niha li ser lingan bin û di nava têkoşînê de bin bi saya te û fikrê te ye Rêberê min. Rêberê min ez niha hêvî dikim ku rewşa te baş be. Rêberê min tu niha di dilê me de wek hêvî û azadiyê yî. Ji beriya ku nameya xwe bidawî bînim her çar parçeyên Kurdistanê bi bîr tînim, bi hêviya rojên xweş. Tu her tim di dilê me de yî Ey Rêberê min.

Slav û rêz

Şîlan Denîz

 

Name ji bo Rêber Apo

Di serî de silav û rêzên xwe ji bo Rêber APO û girtiyên İmraliyê dişînim. Ev 20 sal zêdetire tu di zindanê de ye. Dijmin dihizire ku ger te di zindanê de tecrîd bike, wê gelê Kurd belav bibe . Lê fikir û ramanên te gelê Kurd li ser piyan girt.

Her çiqasî em şehîd jî bidin em baweriya xwe ya rojek emê Kurdistana azad bibînîn wenda nekîn.

Ji ber ku gerilla û gele Kurd, xwedî Rêbertî û îradeyek xurte û ev îrade ti carî nayê şikandin. Beriya ez dawî li gotinên xwe binim bejna xwe li beramberî te û çend şehîdên azadiya Kurdistanê ditewînim.

Slav û rêz

Îbrahim Nerexî

 

Hêviyên min

Ez serî de hestên xwe yên têkoşîn û hezkirinên xwe yê mezin ji bo te dişînim. Dijminê bav û kalê me te kirine nav çar diwaran, lê tu hertim li gel me jiyan dikî û te didin jiyankirin. Rêberê min xeyalên min ew e ku rojekê tu azad bê berdan û em te weke fîzîkî azad bibînîn. Rêberê min tu hêviyên minî. Tu hîsê min yê berxwedanê yî, tu her tim di dilê min de jiyan dikî.

Zeynep TOK

 

Helbet wê rojekê Roj derkeve

Dibe ku Rêberê min tu di zindanê de di nava çar diwaran de bî. Lê ez di wê baweriyê de me ku rojekê vê Roj ji bo te derkeve. Ev 21 salin ku tu hatiye girtin, lê tu azadî Rêberê min, tu di dilê me de her tim azadî.

Tu hêviyê me yî. Sibe û pêşeroja me yî. Tu azadî Rêberê min Tu Azadî…

Nêrgiz Kapar

 

Rêberê min ê Hêja û bi Rûmet

Her gava ku te xeyal dikim fikir, hest û ramaneke şoreşgerî li hizrê min zêde dibe. Her gava navê serok dibihîsim rihê ciwantiyê di hizirê min de mezin dibe, pêş dikeve.

Di aliyê rewşa jiyanî de saleke di bin ambargoyekê bê dem û bê dawî de ne. Jiyan bi rastî jî di şert û mercên zehmet de derbas dibe. Li vir em di xema te de ne û hêvî dikim silamet bî, lê em vê ji bîr nakin, her gava nexweşî li kîjan parçê Kurdistanê çêbibe bila bibe, fikrê te ji bo me weke şifaya herî mezin tê. Beriya ez dawî li nameya xwe bînim serê xwe li ber Şehîdan ditewînim, heta navê te û fikrên te hebe, Kurd her tim di Rih de azadin.

Cardin Hêvîdarim Kurdistan azad bibe û li ser navê Kurdan bi hêviya hevdîtinê…

Slav û rêz

Dilgeş Tayboga

 

Rêberê min yê Hêja

Ji beriya her tiştî ez silav û rêzên xwe û tevahî gelê wargeha penaber a Şehîd Rustem Cûdî ji te re dişînim.

Ev 21 sale tu di nava 4 diwaran de yî, lê belê em hemû dizanin û hêviya me heye ku tuyê derbikevî ji zindanê. Belkî weke fîzîkî tu ne ji derve bî lê hizr û ramanê te her tim li derve bi me re ye. Em gelek pê serbilindin. Heta roja me ya dawî emê li ser fikir û ramanê te bin. Heta dilopek xwîna me maye emê li pêy doza Şehîdên xwe û li pey fikir û ramanê te serbikevin. Wê her tim serkeftin ya me be. Wê heta roja me ya dawî dewam bike. Ji beriya ku ez axaftina xwe biqedînim silav û rêzên xwe ji gerîlayên serê çiyê, girtiyên heps û zîndanan re dişînim.

Slav û rêz

Rengîn Kanit

 

Serokê min yê Hêja

Her gava ku ez te dihizirim ez hestek şoreşgertî û têkoşînê jiyan dikim. Ev çend sale tu di nava 4 diwaran de yî, lê tu her dem di dilê me de jiyan dikî. Tu her tim di dilê min de azadî wek hêviyê. Rêberê min dibe ku tu di zindanê de bî, lê tu her tim gel me jiyan dikî. Berî ku gotinên xwe bi dawî bikim ez bejna xwe li ber te û tevahî Şehîdên Şoreşê ditewînim.

Slav û rêz

Harûn Çetîn

 

Rêberê min yê Hêja

Di serî de ez silav û rêzên xwe ji kampa Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê dişînim. Rêberê min ez hêvî dikim ku rewşa te baş be, eger ya te baş be ya me jî wê baş bibe. Rêberê min wekî tu jî dizani nexweşiya bi navê korona virûs ku tevahî cîhanê belav bûye û nêzîkî me jî bûye, lê em tedbîrên xwe digrin. İnşallah tiştek wisa çênebe. Rêberê min hevalên me yên saziya ciwanan dewreyeke perwerdê ji bo xwendevanên asta amdeyî dane destpêkirin ku wê 10 roj were berdewamkirin. Ev 4 rojin ez bi hevalên xwe re perwerde dibînîm. Hêviyên me jî ewin ku em di Kurdistaneke azad de bi Rêberê xwe re azad jiyan bikîn.

Berî ku ez gotinên xwe bidawî bikim destpêkê ez bejna xwe li ber tevahî Şehîdên Şoreşger ditewînim û bibîrtînim. Bi hêviya rojên azad. Li gel rêz û heskirin.

Slav û Rêzên

Warşîn Ozek

 

Ji bo Rêber APO

Di serî de ez silav û rêzên xwe rêdikim. Ez hêvî dikim ku tendirustiya te pir baş be. Bi rastî jî di van dewreyên perwerdeyî de ji rastiya civaka xwe naskirinê zêdetir ez ji naskirina te û hizrên te bandor bûm. Her ku diçe hestê welatparezî, zanebûyîna civaka me zêdetir dibe. Ez dixwazim tu hêviyên xwe ji min û gelê me qut nekî. Ez yek ji şagirdên ciwanên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî pêşengtiya tevahî ciwanên Kurd dikim, dibe ku em heta niha weke daxwaza te tevnegeriya bin lê belê ez li ser hemû îradeya xwe soz didim ku ji vir û pê de ezê li ser hizir û ramanê te tevbigerim. Daxwazekê min tenê heye li xwe baş binêre.

Slav û rêz

Bîrhat Uren

 

Ji bo Rêber APO

Ez di serî de silav û rêzên xwe ji bo te dişînim. Di destpêkê de ez dixwazim coş û kelecana xwe bi te re parve bikim. Ez weke ciwaneke Mexmûrê, ji vê keda te ya mezin û zanabûyîna te re ji dil û can serê xwe ditewînim. Dibe ku ez ji her kesî kêmtir te nasbikim lê belê rastî jî naskirinek ewqas biçûk jî têra min kir. Yanî kesekê biyanî jî gohdarî du, sê gotinên te bike wê bi kelecaneke mezin temaşeyî te bike.

Serokê min; kesek wek min ewqas biçuk jî wê xwe ji bo te bi dilxwazî feda bike. Te min û civaka min aniye vê astê. Ez û hezaran ciwanên wek min soz didin, emê vê civakê bi şeref û namûsa xwe biparêzin.

Serokê min; tu tenê li xwe baş binêre, temaşeya tendirustiya xwe bike û bila tu car hêviyên te ji me xelas nebe. Emê xwedî li civaka xwe derbikevin. Ji niha de baş temaşeyî xwe bike Rêberê min…

Silav û rêz

Mihemed Urper"