Xeta Zîlan wê li Şengalê mezin bibe

Gerîlayê YJA Starê û YJŞ’ê yên Şengalê gotin, ‘’Di xeta Zîlan de em ê tola fermana 73’an hilînin’’.

Şervanên YJŞ’ê û gerîlayên YJA Starê yên Şengalê diyar kirin Zîlan ji bo wan bersiva herî mezin e ku jina Kurd daye dijmin.

Zeynep Kinacî (Zîlan) ku 30’ê Hezîrana 1996’an li Dersimê bi çalakiya xwe fedaî berxwedana tevgera azadiya jinê anî asteke dî ji şervanên Şengale re dibe best. Gerîlayên YJA Starê û şervanên YJŞ’ê, di salvegera 22. a şehîdbûna Zîlan de ji ANF’ê re axivîn.

JIYANDA ÊZÎDXAN:

Em şervanên Êzîdî yê jin ên di bin banê YJŞ’ê de, di xeta Zîlan de me dixwazin bersivê bidine dijmin. Dijmin digot jinên Êzîdî nikarin li ber xwe bidin û şer bikin. Her ku em Şehîd Zîlan û çalakiya wê bi bîr bînin em ê li ber xwe bidin. Em ê bi heman şêwazî berxwedana xwe geş bikin. Di xeta hevrê Zîlan de em ê jinê perwerde bikin û bi rastiya wê re bînin cem hev. Jinên Êzîdî niha di xeta Zîlan de dimeşin û bersivê didine dijmin. Şengalê êşên mezin kişandin. Dersimê jî heman êş dît. Li dijî vê hevrê Zîlan li Dersime çalakî kir. Li dijî dijmin em jî dixwazin çalakiyên mîna Zîlan bikin.

AXÎN ÎNTÎKAM:

Em şervanên YJŞ’ê Zîlan bi bîr tînin. Hevoka heval Zîlan ku beriya çalakiya xwe di nameya xwe de gotî, ‘’xwezî ji can emin qîmetir tiştekî min hebûya  û min ew fedayî Rêber Apo û vî gelî bikira’ pir karîger e. Em vê rojê tenê bi rengê bîranînê pêşwazî nakin. Divê em xwe di rihê wê yê fedaî de bibînin û bi wî rihî dvê em di rêya azadiyê de bimeşin.

NÛCAN HESEKÊ:

Em gerîlayên YJA Starê niha em li Şengalê di xeta têkoşînê ya hevrê Zîlan de dimeşin. Heta dawiyê em ê berxwedana xwe bidomînin.

ŞAYAN ZAGROS:

Hevrê Zîlan di yek saliya şervantiya xwe de bû. Nîşan da ku di hêla fizikî de zorî hebin jî divê li dijî dewleta faşîst di her şertî de berxwedan hebe. Hevrê Zîlan xeta me ya îdeolojîk e. Em bi rûmet û wateya hebûna xwe ya li Şengalê dizanin. Em dixwazin hevrê Zîlan ji jinên ciwan ên Êzîdî re vebêjin û em dixwazin giyanê wê zindî be. Bi giyanê wê yê zindî em dikarin bi ser bikevin.