‘Xeta berxwedan û zaferê esas e’

Gerîlayên herêma Zagrosê diyarkirin ku artêşa Tirk ya ev saleke êrişên dagirkeriyê didomîne li berxwedanê qelibiye û ya xwestî bi dest nexistiye. Gerîlayan diyar kirin ku ew ê esasgirtina xeta berxwedan û zaferê bidomînin.

Gerîla Berfîn Kendal anî ziman ku artêşa Tirk li tora hevaltiyê ya ku gerîla bi girêdanên ji hev naqete avakirî, bawerî û vîna ku vê hêzê derxistiye holê qelibiye û got, “Em ê dijminê faşîst ji van xakan derxînin.”

Gerîla Berfîn Kendal ji ANF'ê re axivî û bi bîr xist ku dewleta Tirk di 23'ê Nîsana 2021'an de armanc kiribû ku herêmên Metîna, Avaşîn û Zapê bi rêbazên nû, bi hemû hêz û teknîka xwe ve dagir bike û gerîla tasfiye bike. Kendal da zanîn ku ev hesab ji aliyê gerîlayan ve hatiye pûçkirin û bi berxwedaneke mezin bersiv dane û got, “Gerîla hêzeke fedayî ye. Hêzeke ku dilsoziya xwe ya bi gel, rêbertî û welatê xwe re îspat kiriye. Gerîla zehmetiyan nas nake, ji xwezaya ku tê de dijî hez dike, xweza jî ji gerîla hez dike û wê diparêze.”

HEMÛ RÊBAZÊN WÊ LI BERXWEDANÊ QELIBÎ

Berfîn Kendal diyar kir ku artêşa Tirk pêşî xwest di demeke kin de Cîloya Biçûk dagir bike, lê fêm kir ku li hemberî berxwedana gerîlayan ketiye xeletiyê û wiha dewam kir: “Dijmin li her qadê serî li rêbazên curbecur da, teqemenî, gazên kîmyewî û hemû teknîk bi kar anî, lê li tora hevaltiyê ya ku gerîla bi girêdanên ji hev naqete avakirî, bawerî û vîna ku vê hêzê derxistiye holê qelibî. Di şexsê şehîdan de ruhê fedayî pêş ket û ev ruh rê neda dijmin. Salek tije ku ezmûnên xwe pir bû, me ezmûnên mezin bi dest xistin, me gelek encam bi dest xist. Em ê şopdarê ruhê fedayî yê rêhevalên xwe yên pêşeng ku afirandinî bin. Em ê dijminê faşîst ji van xakan derxînin.”

DIJMIN NEKARÎ TIŞTA DIXWEST BI DEST BIXE

Gerîla Erdal Besta jî diyar kir ku plana tasfiyekirina gerîla ya bi êrîşên dagirkeriyê re bi berxwedana dîrokî ya gerîla hatiye pûçkirin û got, “Dijmin bi hemû çekên qedexekirî û bi seferberkirina hemû derfetên xwe dixwest encamekê bi dest bixe, lê bi saya berxwedana gerîla nekarî encamekê bi dest bixe.”

Besta destnîşan kir ku ew xeta berxwedan û zaferê esas digirin û wiha pêde çû: “Ji bo me şeref û serbilindiyek mezin e ku hevrêyên me bi gotina ‘berxwedan, berxwedan, berxwedan’ bersiv dan bangên dijmin ên teslîmiyetê. Dîroknivîsên me rêya serkeftinê nîşanî me dane. Salek li ser vê derbas bû, bi vê wesîleyê em soz didin hevrêyên xwe; weke şopdarên vê xetê em ê berxwedanê bigihînin serkeftinê.”