Xeregol û berxwedana gerîla

Dem, 16'ê Cotmeha 2017. Mîna her carê şeveke bi liv û tevger bû. Dengê balafirên şer ku nîvê şevê dest pê kir, heta ber destê sibehê dihat. Bombeyên bi tonan giran, li çiyayên Kurdistanê dibarandin.

Me hewl didan fêhm bikin bê çi diqewime. Gelo gerîlayan dîsa çalakî kiribûn, ya jî operasyoneke nû dest pê kiribû? Me hemûyan hewl didan vê fêhm bikin. Danê sibehê me ji cîhaza ragihandinê ya gerîla bihîst ku li Xeregolê operasyonê dest pê kiriye.

Haya me jê nebû ku wê berxwedaneke herikîna dîrokê biguherîne rû bide. Ji ber ku di heman demê de li dijî bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê jî êrîşê dest pê kiribû. Dewletên dagirker ên li Kurdistanê dîsa ketibûn nava tifaqeke qirêj. Li Xeregolê, artêşa Tirk hemû teknîka xwe û hejmareke zêde ya leşkerên xwe li dijî yekîneyeke gerîla ya ji 15 kesan pêk dihat seferber kiribû. Û roja destpêkê, piştî bomberdûmaneke giran a ji 10 saetan, yekîneyên xwe yên bejahî saet di 04:40 de xist nava liv û tevgerê. Lê mîna 40 salên derbasbûyî, vê carê jî xewn û xeyalên mêtingeriya Tirk şikestin. Duyemîn artêşa herî mezin a NATO'yê li pêşberî komek ji ciwanên Kud bêçare mabû. Heta danê nîvro şerekî giran rû da. Ji ber ku gerîla û leşker ketibûn nava hev û şer dikirin, artêşa Tirk nekarîbû bomberdûmanê bike. Gerîla Rêber ku di wî şerî de hebû, qala wê kêliyê kir:

'EM JÎ LI BENDA DIJMIN BÛN'

"Mehek beriya operasyonê li qereqolê li ser sînor liv û tevger hebû, gelekî keşf dihate kirin. Em jî li bendê bûn ku wê tiştek biqewime. Lewma me li ser rewşeke gengaz nîqaş kirin, li ser taktîkên dijmin, cihê jê werin nîqaş kirin û tedbîr girtin. Me xwe amade kir û çend roj beriya destpêkirina operasyonê bi rengekî ku di her kêliyê de dijmin dikare bê, em ketin çeperan. Şeva ku operasyonê dest pê kir, em ji xwe di çeperan de bûn. Danê sibehê balafirên şer bombe li gir barandin. Wê wextê li biniya gir, li cihekî nêzî sînor helîkopterên bi tîpa Skorsky leşker datanîn. Danê sibehê jî balafirên keşfê ketin dewrê û me fêhm kir ku li gel balafirên keşfê ew bi pêş ve diçin. Me yekser çekên xwe amade kir û em li benda wan sekinînin.

Bi qasî 40 deqeyan bêyî ku deng derxînin em li bendê man. Êdî dengê wan nêzî me dibû. Hevalê sekvan bi dûrbîna termal ew dişopand û ji nişka ve hevalê sekvan fîşekek berda. Piştre jî me bi çeka B-7 lê dan. Hevalên din jî bi bombeyên destan dest bi êrîşê kirin û şerekî giran dest pê kir. Bi qasî 20 deqeyan şer gelekî giran bû û di navbera me û leşkeran de tenê pênc an jî deh metre hebûn. Ji ber vê yekê balafiran nekarî bombeyan bibarînin. Wextekê leşkerekî dike qareqar û tiştek got. Ne şaş bim bi rengekî sergirtî fermana vekişînê da. Piştre jî êdî fîşek neteqandin. Em jî hinekî sekinînin. Li biniya cihê em lê bûn dengê leşkeran dikat. Bi bayê bezê diçûn.

'CENAZE LI NAVERASTÊ HIŞTIN'

Fermandarê me yekser xwest, em li dijî balafiran tedbîrê xwe bigirin. Em jî bi lez belav bûn û ji wir çûn. i xwe piştî sê ya jî çar deqeyan balafirên keşfê hatin û piştre jî balafirên şer bombe li cihê şer barandin. Êdî roj hilatibû. Hevalê skevan got ku dîsa hatin. Wê wextê hevalan çekên xwe paqij dikirin. Em ji nû ve ketin çeperê û li benda wan man ku bên. Vê carê du hevalên li pêş, kemîn danîn û me jî ew diparastin. Gelekî dûr nebûn. Ji xwe dema ku ew gihîştin mesafeya bombeyê, wan hevalan wê li wan bidan. Me êdî leşker didît. Heta wextekê gule li pêşiya xwe reşandin, bombe avêtin û hatin. Bi qasî du sê metreyan nêzî her du hevalan bûn. Hevalan jî bi bombeyên destan li wan dan. Piştî ku şer giran bû, fermandarê me ji wan her du hevalên li pêş xwest ku derbasî cihekî ewle bibin. Em jî ketin dewrê û şer dijwar bû. Lê ji ya beriya wê, kintir dewam kir. Cenazeyên wan li cihekî biniya me li naverastê bûn. Me didît. Xwe vekişandin û hewl didan cenazeyên xwe rakin. Me timî li wan didan û ew nekarî werin. Vê carê gav bi gav xwe vekişandin. Cenaze li herêma di kontrola me de li naverastê man. Me jî yekser cihê xwe guherand û ketin çeperê. Piştî ku leşker dûr ketin, bomberdûmanê dîsa dest pê kir. Bi obus, hawan û tankan li cihê cenaze lê bûn, xistin. Cenazeyên wan parçe parçe bûn. Danê êvarê cihê cenaze lê bûn tijî çûk bûn. Parçeyên cenazeyan kom dikirin. Piştî ku roj hilat me li ser gir li derdora xwe temaşe kirin, welê lê hatibû ku nedihat naskirin. Gelekî bombe lê barandibûn, êdî me bi xwe herêm nas nedikir. Ev cihê ku ez qalê dikim, tenê eniyeke komeke hevalan bû. Li cihên din ên hevalan jî şerekî gelekî giran diqewimî."

EV ÇÎROKA ŞERÊ ROJEKÊ YE

Mîna ku gerîla Rêber got, ya ku wî qalê kir çîroka şerê rojekê yê li eniyekê bû. Destaneke rasteqîn a lehengiyê bû. Ev, mînaka şênber a têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê ye.  Kurtasiya berxwedan û têkoşîna 40 salan e. Armanca bingehîn a êrîşên hevdemî yên li Kerkûk û Xeregolê roja 16'ê Cotmehê dest pê kir, tinekirina tevgera azadiyê ya Kurdistanê û gerîlayên wê bû. Bersiva ku li dijî vê hate dayin, dîrokî bû. Tifaqên qirêj ên li ser Kurdistanê wê gerîla qels nekin, berevajî wê xurtir bikin. Yên ku operasyona Xeregolê dîtine zanin; mîna ku li dijî dewletekê şer hatibû ragihandin, hemû teknîk û teknolojî hatibû seferberkirin. Lê operasyon li dijî yekîneyek ji 15 gerîlayan dihate kirin. Tevî vê yekê jî dewleta Tirk nekarî Xeregolê kontrol bike. Ev yek jî bi rengekî vekirî hêza gerîla radixe pêş çavan.