Xelkê Mexmûrê li dijî dagirkeriyê meşiya

Li Mexmûrê bi hezaran kes li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û hevkariya PDK'ê ya bi dagirkeran re meşiyan.

Dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê di 17’ê Nîsanê ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê êrişek da destpêkirin. Êrişa bi hevkariya PDK’ê dewam dike, berxwedana gerîla ya bê hempa jî dewam dike. Heya niha herî kêm 44 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Nerazîbûna dijî êrişa dewleta Tirk ya bi hevkariya PDK’ê û piştgiriya ji bo gerîlayên azadiyê her ku diçe mezin dibe.

Li wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî jî bi hezaran kes dijî êrişa Tirkiyeyê meşiyan. Şêniyên wargehê li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan kom bûn û heta seytereya hêzên hêzên Iraqê, meşiyan.

Di meşê de pankartên bi nivîsa “Şerê azadiyê, faşîzma TC û îxaneta PDK’ê hildiweşîne”, “Xwedî li Şengalê derkeve û fermana 74’ê erê neke”, “Rêberê me îradeya me ye” û wêneyên Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK, HPG û YJA Starê hatin hildan. Di meşê e bê navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana gerîla”, “Bimre îxanet” û “Bê serok jiyan nabe” hatin berzkirin.

Piştî ku meş gihişt ber seytereya hêzên Iraqê, ji bo tevahî cangoriyên Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî wê şandek ji rêveberiya wargehê ji hêza leşkerî ya Iraqê xwest nehêlin Tirkiye destwerdan di xaka Iraqê de bike.

Piştî daxwazên xwe pêşkêş kirin, hevseroka Meclîsa Gel, Filîz Budak axivî û wiha got; “Em dizanin di salên dawî de, ji ber temamkirina sedsalê dewleta Tirk a faşîst dagirkina tevahî Kurdistanê û bi taybet jî Başûrê Kurdistanê kiriye armanca xwe ya bingehîn ku xwe li ser lingan bigre. Dewleta Tirk a faşîst ji bo bikare bi îtifaqa AKP/MHP ya qirker ku tinebûna Kurdan ji bo xwe wekî serkeftina serdemê girtiye dest, ji bo bikare vê plana xwe ya qirêj pêkbîne dest bi operasyonek berfireh ji bo dagirkirina Kurdistanê û herêmên parastina medyayê kiriye.

Di vê meha Remezanê ya pîroz de, AKP’a ku dibêje ez misilmanim êrîşî hêzek xwe parastinê dike. Wek tê zanîn ku sibe cejna çarşema sor ya gelê me yê Êzîdî ye û ji şevê din heta niha hêzên Iraqê êrîşî Şengalê dikin. Hêzên Iraqê deriyê xaka xwe ji bo dewleta Tirk vedike ku êrîşî Mexmûr û Şengalê bike. Hêzên PDK’ê bûne hevkarê vê êrîşê. Çeteyên roj, hêzên zêrevan û hêzên Gulan îro li Herêmên Parastina Medya xwe bi hêz dikin ku rê ji bo dewleta Tirk vekin.

Li aliyê din li Bakûrê Kurdistanê cerdevanên xwefiroş li ser banga dîktator Erdogan, ji bo qirkirina qewmê xwe bidin pêkanîn li ser sînoran kom dibin. Bê guman ti hêzeke dîktator, dagirker nikare li hemberî berxwedana gelan, li hemberî berxwedana Gerîlayên serê çiya û li hemberî îdeolojiya rizgariya gelê Kurd biserkeve. Wê gelê Kurd yê azadîxwaz bi serbikeve û wê hêzên kedxwar, faşîst û îxanetkar wê binkevin û wê dîroka sedsala 21’an ji vê yekê re şahidiyê bike.”

Piştî daxuyaniyê meş bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bimre Îxanet” û “Şer şer ji bo azadî şer” bi dawî bû.