Xelkê Mexmûrê li ber tecrîda li Îmraliyê rabû

Xelkê Mexmûrê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir.

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) hate şermezarkirin.

Çalakî li pêşiya Komîteya Malbatên Şehîdan pêk hat û gelek kes tevlî bûn.

Hevserokê Dîwana Meclîsa Gel a Demokratîk Neşat Kara daxuyanî da û diyar kir, ku Abdullah Ocalan îradeya gelê Kurd e û bi tecrîdê tê xwestin, gelê Kurd bê tunekirin.

Di daxuyaniyê de işaret bi xemsariya CPT jî hate kirin û hate gotin, "Em xelkê Mexmûrê, em ê tecrîdê bişikînin û bi rengekî azad bijîn."