Dihate plankirinku îro di saetên êvarî de bi pêşengtiya Nifşê Nû de li gelek bajar û navçeyên li gelek Herêma Kurdistanê ji bo hilweşandina hikûmeta heyî xwepêşandanên protestoyî yên girseyî bihata lidarxistin.
RANYA
Li navçeya Ranyayê xwepêşandan hate lidarxistin, di navbera xwepêşander û hêzên ewlehiyê de alozî derket û aloziya heyî berdewam dike.
SILÊMANÎ
Li Parka Azadî ya Silêmaniyê jî bi heman armancê xwepêşandan û çalakiyên girseyî hate lidarxistin.
Di xwepêşandanê de welatiyan dirûşmên li dijî hikûmetê qîr kirin, gelek peyam hatin xwendin. Piştre jî Serokê Tevgera Nifşê Nû Şasiwar Ebdulwahid axivî.
Şasiwar Ebdulwahid di axaftina xwe de daxwaz ji xwepêşanderan kir ku xwepêşandan bi awayek aştiyane werin lidarxistin. Her wiha daxwaz ji gel kir ku di xwepêşandanên xwe de berdewam bikin, xwepêşandanek ji 100 hezar kesî were lidarxistin daku hikûmeta heyî hilweşe û hikûmetek nû were avakirin.
LI HEWLÊR Û DIHOK ÇALAKÎ HATIN ASTENGKIRIN, GELEK KES HATIN DESTGÎRKIRIN
Li Dihok û Hewlêrê asayîşê xwepêşandan asteng kirin, hejmarek zêde ya hêzên ewlehiyê li nava bazar û cihên ku wê xwepêşander lê kom bibin hatin bicihkirin.
Li gorî agahiyên hatin girtin bi dehan kes ji aliyê asayîşê ve hatin destgîrkirin.