Xelkê Şengalê serdana YBŞ'ê kir

Xelkê Şengalê li dijî gefên dewleta Tirk ên li ser Şengalê serdana navenda YBŞ'ê kir. Gel û şervanan destnîşan kirin ku wê rê nedin dagirkeriyê.

Li hemberî gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker, xelkê Şengalê bi hemû pêkhateyên xwe di nava berxwedanê de ne.

Ji bo piştgirîdayîna şervanên YBŞ û YJŞ'ê xelkê Şengalê bi sazî û rêxistinên xwe serdana navenda YBŞ'ê ya li Xanesorê kirin. Li ber derê navenda YBŞ'ê daxuyaniyek ji aliyê Semîr Derwiş ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de serokkomarê Tirk Receb Tayyîp Erdogan weke serokê çeteyan hate binavkirin û wiha hate gotin; "Carek din Erdogan ê faşîst gefa dagirkirinê li Şengalê dixwe. Em weke xelkê Êzidî, ji êriş û gefên wan natirsîn û em ê heya dawî piştgiriya hêzên xwe yên parastinê bikin. Erdogan dixwaze xewna Osmaniyan nû bike, lê em ê rê nedin ev xewn li ser axa me pêk were."

Piştî daxuyaniyê yek ji fermandarê YBŞ'ê Dijwar Feqîr axivî û got; "Gotegotên êrişek li ser Şengalê hene, helwesta gelê me ya hemberî gefan pîroz e. Helwesta me wek hêzên parastinê, li hemberî her êrişa ku civaka me bike hedef, zelal e. Şengal cihê berxwedanê ye, her kesê ku bixwaze axa me dagir bike, wê fedaiyên Êzidxanê li hemberî xwe bibîne."

Dijwar Feqîr da zanîn ku civaka Êzidî êdî dizane ger êrişek pêk were, wê dagirker ferqê nexe nava hêzên leşkerî û sivîlan. Dijwar got ku ji ber vê yekê jî helwesta gel derdikeve pêş û got; "Serdana xelkê me ya ji bo hêzên YBŞ-YJŞ û Asayîşê kêşfxweşî û moralek mezine."

Herî dawî girseya li ber derê navenda YBŞ’ê kom bûyî, dirûşmeyên "Bijî berxwdana Şengalê", "Bijî berxwedana YBŞ û YJŞ’ê" qîriyan.