Xelkê Şengalê piştî 9 salan vedigere cih û warên xwe

Xelkê Şengalê yên ku vegeriyane warên xwe, ev bang kirin: “Demildest vegerin warê xwe û em bi hev re Şengala xwe ava bikin.”

Xelkê Şengalê ji ber fermana sala 2014'an ku bi xiyaneta PDK'ê  pêk hatibû, neçar mabûn ku dev ji cih û warên xwe berdin û koçber bibin. Ji wan koçberan jî bi deh hezaran li wargehên Başûrê Kurdistanê bi cih bûbûn û ev 9 sal in wek dîl li wan wargehan de dihatin girtin.

Di nava hefteya derbas bûyî de li gorî danayên Xelkê Şengalê zêdeyî 500 malbat vegeriyane cih û warên xwe. Ji wan gund û komalgehên ku gel piranî tê ser milk û malên xwe komelgeha Tilqesebe ya ku dikeve Başûrê Rojhilatê Şengalê ye ku hemû Şêniyên wê Êzidî bûn.

3'ê malbatên ji komalgeha Tilqesep ku li kampa Keberto diman, vegeriyan ser malên xwe û gotin ku ew li ber dîwarê xwe bin ji milk û malê xelkê xweştire.

Şêniyên ku vegeriyane warê xwe, ji ANF’ê re axivîn.

Xêro Eliyas Garis diyar kir ku di sala 2014'an de ji ber fermanê reviyan Kampa Keberto ya Dihokê û got: “Me ji xwe re vegera ser axa xwe esas girt. Niha ev mala ku ez hatime têde jî neya min e ya cîranê min e. Lê cardin jî min got vegera ser axa me ji me re baştir e.”

Dayika bi navê Xezal Elî jî wiha qala vegera xwe dike: “Ji berê de ev mala mebû bi hatina wê em gelek kêfxweş bûn. Li kampê jî weke fermanê li me hat agir bi çadira me ket û hemû kel û pelên me şewitîn. Ew roja weka roja fermanê ji bo me bi zehmet bû, lê cardin şûkir ji Xweda re ku em sax û silamet in. Em li ber dîwarê xwe bin ji me re baştir e.”

Dayika Xezal Elî bang li saziyên peywendîdar kir û got: “Kesên ku vedigerin bi wan re bibin alîkar, heya ku yê din jî karibin vegerin. Ji ber ku niha gelek malbat hene xaniyên wan ketîne û jiyan  têde nabe. Yên me bi xwe jî ji aliyê DAÎŞ’ê ve hatibûn şewitandin, lê car din em ji nû ve ava bikin.”

Welatiyê bi navê Eliyas Garis jî balkişand ser ewlekariya Şengalê û ev bang kir: “Niha ti tirs li ser erdê nemaye û her kes li Şengalê bi aram e û jiyan xwe a asayî dewam dike. Em bang li wan kesên ku niha di kampan de ne dikin ku demildest vegerin û em bi hev re Şengala xwe ava bikin.”