BI DÎMEN

Xelîfe: 2016 bû sala ku krîza li Başûr giran bû

Hiqûqnas Abdurrahman Xelîfe da xuyakirin, ku di sala 2016'an de krîza li Başûrê Kurdistanê girantir bû û diyar kir, ji ber ku partiyekê qanûn tine hesiband û parlament bê kêr kir, krîz girantir bû.

Hiqûqnas Abdurrahman Xelîfe da xuyakirin, ku di sala 2016'an de krîza li Başûrê Kurdistanê girantir bû û diyar kir, ji ber ku partiyekê qanûn tine hesiband û parlament bê kêr kir, krîz girantir bû.

Xelîfe bûyerên di sala 2016'an de li Başûrê Kurdistanê qewimîn ji ANF'ê re nirxand.

DESTHILATDARIYA PARTIYA BI ZORÊ, KRÎZ GIRAN KIR

Xelîfe ji aliyê siyasî ve sala 2016'an bi vî rengî nirxand: "Sala 2016'an ji bo Başûrê Kurdistanê gelekî bi zor û zehmet derbas bû. Saleke welê bû, ku di nav de yekîtiya navxweyî pêk nehat, parlament hat tevizandin, partiyekê bi zorê xwe ferz kir û krîza aboriyê gihîşt radeya birçîbûnê.

Mirov dikarin bêjin saleke welê bû, ku hukmê rêveberiya meşrû nema û partiyekê bi zorê desthilatdariya xwe ferz kir. Vê rewşê krîz girantir kir û gel xist nava rewşa bêhêvî. Ji ber ku pêşiya mirovan nediyar bû û xumamî dihat xuyakirin, sal bi krîzan derbas bû."

HÊ TECRÛBEYA RÊVEBERIYÊ NÎNE

Li ser sedema giranbûna pirsgirêkan Xelîfe got, "Bi dîtina min, di nava Kurdan de hê tecrûbeya rêveberiyê nîne. Feraseta rêveberiyê ya li gorî pîvana serxwebûna hêzan, hê nehatiye rûniştandin. Timî rêveberiya partiyekê esas hatiye girtin. Ya ku îro tê kirin jî ev e. 

Dema em li çiyê bûn, em têdikoşiyan; qanûndanîn, rêveberî û dadgerî di destê partiyekê de bûn. Dadgeh di kontrola partiyê de bû. Em ji wan rojan hatin rewşa heyî. Mixabin mejiyê wê çaxê îro jî dwam dike. Eger pirsgirêk îro çareser nabin, sedema vê yekê ew e, ku rêveberî ne di destê mirovên pêzan de ye. Nayê zanîn bê parlament çi ye, sîstema parlamenteriyê çi ye, sînorê desthilatdariya partiya siyasî çi ye."

BERPIRSYARÊ SEREKE YÊ KRÎZÊ PDK YE

Abdurrahman Xelîfe bibîr xist, ku hikûmet ji PDK, YNK, Tevgera Goran, Yekigrtû Îslamî û Komala Îslam pêk tê û got, "Lewma berpirsyarê vê krîzê ev in. Lê belê bepirsyarî herî zêde li ser milê hevkarê herî mezin ê desthilatdariyê ye. ew jî PDK ye.

'SERXWEBÛN BI YEKÎTIYA KURDAN DIBE'

Xelîfe da xuyakirin ku serxwebûn daxwaz û xeyala her Kurdî ye û di vî warî de ev tespît kir: "Lê belê di navbera xwestina vê yekê û bikaranîna vê yekê de cudahî heye. Hêzên derve baş dizanin bê serxwebûn di navbera Kurdan de çiqasî girîng e. Lewma vê yekê weke malzemeyeke bazirganiyê li dijî Kurdan bi kar tînin. Li aliyê hin, hin kes radibin dibêjin 'Em ber bi serxwebûnê ve diçin. Divê her kes her tiştên me qebû bikin' bi vî rengî xwe ferz dkirin. Mixabin rewşa navxweyî bi vî rengî ye. Halbûkî serxwebûn bi vî rengî nabe. Serxwebûn bi yekîtiya Kurdan, bi sîstema demokratîk dibe.

Lewma di nava van krîzan d ne bawerim ku dewleteke serbixwe karibe bê îlankirin. Eger em di sexwebûnê de ji dil bin, wê çaxê divê hemû partiyên siyasî bibin yek û hurmetê nîşanî hev bidin.

EGER KRÎZ DEWAM BIKE WÊ JI BO KURDAN BIBE HILWEŞÎN

Xelîl ji bo pirsa "Eger krîz ji holê ne yê rakirin, wê bandoreke çawa li herêma Kurdistanê bike?" got, "Ev ê encamên gelekî xetere bi xwe re bîne. Hêvîdar im wê krîz dewam neke. Eger dewam bike wê rê li ber hilweşînê veke û em ê hemû di bin de bimînin. 

Xelîfe da xuyakirin, ku ji ber nakokiyên navbera partiyan, çareseriya ji bo krîzê nayê pedydakirin.

SERKETINA LI ENIYA ŞER, LI QADA SIYASETÊ DERNEKET HOLÊ

Ji aliyê leşkerî ve Xelîfe anî ziman, ku Kurdan li qada leşkerî serketinên mezin bi dest xist û got, "Gerîla, pêşmerge û şervanên li Rojava serketinên mezin bi dest xistin. Li gorî min van serketinan rê li ber destketiyên mezin vekir. 

Mînak; dema li Başûrê Kurdistanê di navbera partiyên siyasî de krîz hebûn, li eniya şer jî di navbera pêşmergeyan de yekîtiyeke girîng hebû. Vê krîzê bandor li wir nekir. Dikarîbû lê bike, ji ber ku pêşmerge bi partiyan ve girêdayî ne. Lê belê pêşmerge, gerîla û şervanên li eniyê, berjewendiyên partiyan esas negirtin. Li gorî berjewendiyên neteweyî tevgeriyan. Vê jî rê li ber destketiyên girîng vekir. Ev yek ji bo sala 2016'an serketineke mezin bû."

'SÛCDARIYÊN SEROKWEZÎRÊ HERÊMÊ LI ROJAVAYÊ KURDISTANÊ DIKE, NE YÊN QEBÛLKIRINÊ NE'

Li ser bandora pirsgirêkên Başûr li ser parçeyên din ên Kurdistanê Abdurrahman Xelîfe got, "Di vir de divê mînaka Rojava were dayîn. Ne tenê Kurd, tevahiya cîhanê bi Rojava serbilind e. Ewropa pesnê xwe bi mafê jinan dide. Lê belê rola jinan a li qadên leşkerî û li nava jiyana sivîl li Rojavayê Kurdistanê bû çavkaniyeke mezin a rûmetê. Wekî din sîstem û rêveberiya li Rojava hat afirandin, ji bo me hemûyan bû çavkaniya serbilindiyê.

Di rewşeke bi vî rengî de Serokwezîrê Herêma Başûra Kurdistnê rabû rêveberiya Rojava bi dîktatoriyê sûcdar kir. Ev sûcdarî ne yên qebûlkirinê ne. Ji bo dilê dewleta Tirk xweş bike, ev yek kir, lê ne ya qebûlkirinê ye.

Hêvîdar im wê careke din tiştekî bi vî rengî nebe. Ya ji bo Kurdan girîng ew e, ewilî b hev re têkiliyeke rast deynin û li ser vê yekê têkiliyê bi hêzên herêmê re deyne. Em dikarin bi Tirkan, Îran, Sûriye û Iraqê re têkiliyên baş deynin. Ev tiştekî xwezayî ye. Lê divê em ji bîr nekin; dema mijar Kurd bin Tirkiye, Îran, Sûriye li dij vê li hev dicivin. Dema mijar êrîşek li dijî Kurdan be, ew nabêjin ev PDK'yî ye, ew PKK'yî ye yan jî YNK'yî ye. Bi rengekî topyekûn êrîşî Kurdan dikin. Hingî divê em çi bikin? Divê me jî helwesteke neteweyî nîşan bidin."

KRÎZ BI KONGREYA NETEWEYÎ DIKARIN ÇARESER BIBIN

Li ser banga KCK'ê ya ji bo kongreya neteweyî Xelîfe got, "Eger kongreya neteweyî pêk were wê li çar parçeyên Kurdistanê bibe yekane organa biryardayînê. Em çiqasî vê bi cih bînin, em ê ewqasî bi ser bikevin. Ev girîng e. Eger em karibin di nava vê rewşa heyî ya bi krîz de kongreya neteweyî ya Kurdan pêk bînin, ev ê bie desteketiyeke mezin. Lazim e partiyên siyasî xwe ji vê venegirin. Ev yek ji bo berjewendiyên neteweyî gaveke mezin e ber bi siberojê ve. Divê em ji bîr nekin; çiqasî di navbera partiyan de cihêrengî hebe jî, em beriya her tiştî Kurd in. Divê em li gorî vê rastiyê tevbigerin."