Xelat: Di kesayeta jinê de dîroka Kurdan zindî dibe

Em di şexsê Rêber Apo de carek din fêr bûn ku bi rêbazekî sosyolojîk, li ser bingehê zanista civakî û li gorî wî bixwînin û encamê jê derxînin.

Yek ji Fermandara YJA/STAR’ê Şareza Xelat di despêka axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya dîroka jinê û wiha got; “Wexta ku em dîrokê pênase dikin, bê guman dîrok tenê ji çend bûyeran pêk nayê. Dîrok bi xwe di warê raman de di warê felsefîk de û di warê hunerê de wexta ku dîrok dibêjin, ev tê bîra mirov. Bê guman naskirian dîrokê xwenaskirin e, xwedî nasnameye û xwedî hebûn e. Civaka ku bê hefize hatiye hiştin, bê dîrok maye û bê kok maye, bi taybetî di şexsê jinê de xwe naskirin û dîroka xwe naskirin, di rastiya xwe de kûrbuyîn qat bi qat pêwîst e û girîng e.

Ji ber ku jin wek çîna yekemîn, cinsê yekemîn û wek netewa yekemîn hatiye bê nasname kirin. Di rastiyê de dîroka wê nehatiye nivîsandin. Rêbertî dibêje; ‘‘Dîroka jin ya koletiyê nehatiye nivîsandin û ya azadiyê jî li ber nivîsandinê ye.” Wexta ku mirov li rastiya jinan digere, mirov heqîqeta wê jî bi kûrahî dibîne, êşa wê ferq dike. Dîrok bi zanebûn ji jinê hatiye dizîn, keda jinê û berhema jinê hatiye dizîn û bê dîrok hatiye hiştin. Bêdîrok hiştina jinê, ji koka wê ji cewherê wê ji nasnameya wê dûrxistinê îfade dike. Wexta ku nasnameya jinê, lêkolîn dikin çima qat bi qat kûrtir e û dijwartir e. Jin bêdîrok hiştin, ne mijareke ji rêzê ye û encama hişmendîyekî ye. Ji hişmendiya desthilatdar digire ku ji hêza jinê ditirse, dixwaze xwe li ser keda wê bide avakirin. Bi felsefeya Rêber Apo re rêhevalê jinê yê rast, hişt ku cara yekemîn, bi wêrektiyekî mezin û xwe rêxistinkirî ye. Helbet em xwe ji dîroka jinên cîhanê û xwe ji dîroka jinên Kurd qut nagirin dest. Di nav rûpelên dîrokê de jinê her tim têkoşin kiriye. Di şexsê Zerifeyan de di şexsê Besêyan de û Rindêxan de û disa şexsê Leyla Qasiman de û her tim bi dîrokekî dagirtî têkoşin çêbûye.’’  

‘TÊKOŞÎNA JINÊN KURD BÛYE GERDÛNÎ’

Yek ji Fermandara YJA/STAR’ê Xelat; di berdewama axaftina xwe de got, têkoşina jina Kurd gerdûnî buye û wiha ani ziman; “Di asta heremê de û ji Sana Muhadelî bigre heta Xalide Bintezwel, jinên cihanê jî wek Clara Zetkin, Rosa Luxemburg, bi sed hezaran jinên ku me navê wan gotin, berxwedaniyek û lehengiyekî dîrokî kirine. Ev berxwedani di asta kesayet de dima û her çiqas di asta rêxistinî de jî hebe, ji ber ku nebûna bîrdozî û heya radeyekê têkoşin kirine û xitimandinek çêbûye. Bi felsefeya Rêber Apo dibînin ku di şexsê jina Kurd de û têkoşina me ya îro de him li heremê û him jî wek jinên cihanê, dîroka xwe ava dike û dinivisîne. Binaskirina nasnameya xwe ya têkoşinê û di ferqa wê de ye. Di kûrbûyîna nasnameya xwedavend di roja iro de jî û di şexsê jina têkoşer de nasname xwe netewa xwe civaka xwe û ji bo nirxên xwe yên dîroki û ji bo mirovatiyê, carek din têkoşînê dike. Dîsa carek din bi nasnameya xwe neqiş bi neqiş bi tîpên zêrîn dinivisîne. Ev tekoşin bi jina kurd dest pê kir û bi jina Kurd ve sînordar nema. Bi hezaran jinên netewa Ereb, Tirk, Elman û Çerkez, ji jinên cihanê re ku bûye, wek îlhamekî û  ji tevahi ji jinên cihanê re û wek rêyekî ku tê de hebûna xwe îfade dike. Helbet wek artêş, artêşekî ji rêzê nînin xwediyê ideolojiyekî û xwedîyê felsefeyekê ne. Bi qasê şerê çekdarî, şer û têkoşina xwe ya bîrdozî û felsefik û rêxistînî jî birêve dibin, ferqa me ji artêş û şoreşên din ev e. Dîsa bi qasê ku li beramberê dijminê xwe şer dikin, di hundir de jî şer û têkoşinekî li beramberê kesayet û tehribatên ku çêbûne dikin. Di kesayet de di hişmendî tehribat çêbûne û ev tehribat li ser jinê jî çêbûne û li ser kesayeta jinê taybetmendinyên mêr hatine avakirin. Dema ku mirov li ser kesayeta xwe lêhûrbûnê dike û ferq dike ku ev taybetmendi ne yê jinê ye. Wexta ku mirov li ser dîroka xwe difikire, li beramberê van taybetmendiyan û di mirov de acizîyekî kûr çêdibe. Di mirov de nerihetiyekî dide çêkirin û Rêber Apo dibêje,‘‘Divê mirov li hember van taybetmendiyan vereşe.’’ Mirov di wê vereşandinê de dixwaze têkoşina xwe ya hundirîn hîn bêhtir kûrtir bike. Wek artêşekê jin wek xwedi felsefeyekî û di van çiyayan de bi qasê ku di hunera leşkertiyê de xwe kûr kirin, di xeta parastina rewa de xwekûrkirin hewce ye.

DI XETA HEVAL SARA DE XWE KÛR DIKIN

Yek ji Fermandara YJA/STAR’ê Şareza Xelat; di berfirehiya nirxandinên xwe de anî ziman ku ew di xeta Sara de têkoşina jinê xwirt dikin û wiha pêde çû; ‘‘Di heman wextê de di aliyê bîrdozî, felsefî û di aliyê dîroka xwe de jî xwekûr kirin, ji bo me rêbazeke sereke ye. Di akademî û perwerdeyên me de jî dersên dîroka jinê bingehin e. Em wek şervanên HPG/YJA STAR’ê di dîroka jin de xwekûrkirin, di rastiya xeta azad ya jin de xwekûrkirin û erkekî  jêveneger e. Weke ku nebe nabe. Di nav hevalên jin û hevalên xort de jî wisa ye, bi qasê ku tu nasnameya jinê nas bikî, tu xwe nas dikî. Tu bi qasê ku di dîroka jinê de kurbuyî, tu ewqas dîroka xwe nas dikî. Gavên ji xwe bawer û mirov kêlî bi kêlî ber bi meşa azadiyê ve diçe. Li ser bingehê jiyana azad him kesayeta xwe ava kirin û him jî civak û mirovatiya xwe ava kirine. Em xwedî angaştekî wisa ne ku li beramberê civaka xwe û li beramberê mirovatiyê erkdar in. Rast e em xwe di dîrokê de kûr dikin û di ferqa rol û mîsyona xwe de ne. Dîrok tiştekî zindî ye. Em di dîrokê de veşartî ne bi qasê wî jî dîrok di roja me de zindî ye. Ji ber wê yekê em di ferqa wê de ne ku em rojên dîrokî jiyan dikin, em jî dîrokekê dinivîsînin. Rêka kûrbûna li ser dîroka têkoşina jin û di rastiyê de li vê digerin. Şêwazê avakirina kesayeta jin û mêrê azad û bi vê re avakirina civakekî azad dibe. Disa wek pîvanekî naskirina dîroka xwe û têkoşina jinê ji xwe re wek rêgezekî digrin. Di rastiya Heval Sara de xwekûrkirin, Rêbertî got; “Têkoşîna Sara dîroka têkoşîna jinê ye” Heval Sara ji bo me despêka neqişandina dîroka azad e. Heval Sara di jiyana xwe de kêlî bi kêlî nîşanê me daye. Heval Sara got; “Jiyana min her tim şer bû” Ji bo em rastiya jina azad û di şexsê wê de civakekî azad û mirovekî azad ava bikin, têkoşin û jiyanekî dagirtî pêwîst e. Bê guman zor û zehmetiyên vê heye. Zihniyeta deshilatdar li ber xwe dide, kesayeta paşverû li ber xwe dide, çima rêka têkoşinê, rêkekî zehmet e, berdêl dixwaze, ked dixwaze û heta jiyana te dixwaze. Di dîroka me de zor û zehmetiyên ku li pêşiya me hene û wê pirsgirêk di rojên pêş de jî derkevin. Em di ferqa wê de ne û jê re amade ne. Wexta ku her êrîş dijwartir dibe, hêrsa me, baweriya me xwirtir dibe û israra me ya serkeftinê zêdetir dibe. Ji ber ku em xwedîyê miraseyekî ne ev meşa ku heval Sara di şexsê Rêbertîyê de kir, em wek meşa azadiyê bi nav dikin.  Em encax bi parastina rewa dikarin, şerê azadiyê bi dest bixin. Ji ber ku azadî ne tiştekî hêsan e ku bi dest were girtin. Ev êrîşên hovane yên li ser tevgera me, li ser gelê me û li ser mirovatiya ku tê kirin., wek şervanê azadiyê, bi bersivdayîna  êrîşan, têkoşina me xwirtir dibe. Di van rojên dawiyê de em dibinîn ku di cenga Haftanînê de di şexsê Nûcanan de di şexsê Esmeran de û di şexsê Rusteman de ev tê jiyan kirin. Disa li her deverê Kurdistanê berxwedaniya ku heye geştir dibe. Ev berxwedaniya gelê Kurd şerê hebûn û rûmetê ye. Şerê ku li Kurdistanê tê kirin, şerê nasnameyê ye. Ne em tenê tevahi mirovatî di ferqa vê de ye. Em ê bi têkoşîna xwe bersiva tundiya li ser jinê bidin, Erdogan ji zarokên Kurdan ditirse û  ji xwe rojane bersiva wî tê dayîn. Jinekî zana bi têkoşîna xwe û bi çek rakirina xwe bi teqez dikare, bersivekî bide, zext û zordariya pergalê. Ji ber ku êşa jinan yeke û doza me jî yek e. Ew mêrê ku dixwaze li ser axa xwe jiyan bike, bi dîroka xwe jiyan bike, divê tekoşina wê bidomîne.’’

‘CIVAKÊ BI NAVÊ XWE EGÎD LÊ KIR’

Yek ji Fermandara YJA/STAR’ê  Xelat;  di dawiya hevpeyvînê de  36’emîn salvegera pêngava 15’ê Tebaxê nirxand û wiha anî ziman; ‘‘Niha weke ku em rojên dîrokî jiyan dikin jî dixwazim, li ser salveger û pêngava 15’ê Tebaxê çend tiştan bibêjim. Heval Egid wek navê xwe bû. Ji xwe raya giştî jî dizane navê xwe Mahsûm Korkmaz e. Ev navê Egîd civaka wî bi xwe vî navê lê dike. wexta ku em dibêjin; Egîd çi tê bira mirov, kesateyekî bi exlaq, dilnizm, di fikrê xwe de azade û neheqiyê qebûl nake. Di sekna xwe de azad e û camêr e.Bi kesayeta xwe ve şerkere û parêzvanê çanda civaka xwe ye. Heger mirov hîn kûrahiya wê bigere û heta çanda dayika xwedawend diçe. Civakê bi xwe navê Egîd lê kir. Heval Egîd bi têkoşîna xwe û bi jiyana xwe Egidî da jiyankirin. Wexta ku em heval Egid dibêjin; belkî em ew aliyê wî yê fermandariyê li pêş bibe, pêşengtiya pêngava 15’ê Tebaxê kiriye. Ji bo jiyana azad ava bike û fîşeka despêkê teqand. Em vê aliyên wî jî giring dibînin. Em weh rêhevalên Egîd dixwazin aliyên wî yên Egîdîyê jî bibînin, li ser lêhûrbûn bikin. Heval Egîd bi hevatiya xwe ya rast ya bi jinê re wî Egîdîya xwe îfade dike. Di nav artêşê de û di nav gerîlatiyê de me di nav yekineya heval Egîd de gavên xwe avêt. Bi heval Egîd re em fêrê gerîlatiyê bun. Em bi heval Egîd re fêrî çiyayan, fêrî têkoşin û dîroka xwe bûn. Bi sekna xwe bi kesayeta xwe û wek kurê dayika xwedawend jiyan dike û wê seknê îfade dike.’’