Xebata Tifaqa Kurdistanî ji bo Şengalê daxuyanî da

Xebata Tifaqa Kurdistanî li êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser Şengalê Nexweşxaneya Sikeniyê şermezar kir û bang kir ku li dijî êrîşên Tirk helwest were girtin.

Xebata Tifaqa Kurdistanî êrişên balafirên şer ên Tirkiyê yên li ser Şengalê bi daxuyaniyek nivîskî şermezar kir. 
 
Daxuyaniya Tifaqê ya bi sernavê "Em êrişên firokeyên şer ên dewleta Tirk li ser Şingalê şermezar dikin" wiha ye:
 
"Firokeyên şer ên Tirkiyê li Şingalê êriş birin ser Nexweşxaneyekê. Ji piraniya wan xelkên sivîlên ku nexweşên coronayêne têne dermankirin mirî û birîndar hene. Em bi tundî êrişê şermezar dikin û ji birîndaran re saxî û silametiyê dixwazin. Li gor qanûn û peymanên navnetewî, di rewşa şer de jî armanc girtina qadên xelkên sivîl û nexweşxaneyan hatiye qedexekirin û her weha tawaneke mezin e. Em li hemberê vê êrişê banga helwestgirtinê û şermezarkirinê, ewilî ji Neteweyên Yekbûyî û ji raya giştî ya navnetewî dikin. Ev êriş rasterast û vekirî destdirêjiya serweriya rêveberiya Herêma Kurdistanê ye. Em banga li Hikumeta Kurdistanê jî dikin ku vê êrişê şermezar bike. Em bang li Hikumeta Tirkiyê dikin; rêz li daxwaza xelkên Şingalê û barîdoxa Kurdistanê bigrin.
  
Duh berî çend saet ji serdana serokwezîrê Iraqê Kazimî bo Şingalê, ji aliyên firokeyên şer ya Tirkan bordumankirina qada bajêr û îro jî nexweşxaneya wê dide xuyakirin ku bê agahiya Hikumeta Iraq a Fedaral nehatiye kirin. Hikumeta Kazimî wekî ew polîtikayên xwe yên Erebkirina Kerkuk û deverên din yên Kurdistanê, bi awayeke cuda ligel hevkariya hikumeta Tirkiyê li Şingalê jî dişopîne. Em banga Hikumeta Iraq a Federal dikin, helwestek li dijî van êrişên serpêçiya/destdirêjiya qada asîmaniya xwe bigrin. Bi honana dîwaran li dorberên Tirkiyê jî, vekirî xuya dibe ku  li hundir û li derve polîtîkayên li ser nemana destkeftinên miletê Kurd çareseriyê nahêne. Ji bo danîna pireya peywendî û aştiyê ligel Rojhilata Navîn, em banga naskirina rasterast û fermî bi destkeftinên aliyên/parçeyên Kurdistanê ji hikumeta AKP û dewleta Tirkiyê dikin.
  
Em banga raya giştî ya navnetewî û milletê xwe dikin; alîkariya xelkê Şingalê ku hêj birînên xwe yên êrişên DAIŞ'ê dipêçe bikin. Em bang li partiyên xwe yên siyasî yên kurd dikin; bûyerên ku li Efxanîstanê de dibin û wê bibin li ber çavan bigirin û li pêşveçûnên rêveberiya Herêma Kurdistan û Rojavaya Xweser baldar bibin û bi tifaqa netewî li hemberê rengê senaryoyan amade bin."