Xebatkarên HDP'ê yên hilbijartinê hatin destgîrkirin

Li Amedê, 6 kesên ku ji bo HDP'ê karê hilbijartinê dikirin hatin destgîrkirin.

Operasyonên qirkirina siyasî yên rejîma AKP-MHP'ê yên li dijî gelê Kurd û HDP'ê dewam dikin. Li navçeya Baglar a Amedê, polîsên Tirk avêtin ser malên kesên ji bo HDP'ê karê hilbijartinê dikirin. Di serdegirtinê de Hevseroka DBP'ê ya Navçeyê Hasret Akay, Berpirsyarê Buroya Hilbijartinê ya Baglarê Sînan Dogan, Saadettîn Akay, Yasîn Bîet, Arzû Karaman û Ozlem Noyan hatin destgîrkirin.

Polîsên Tirk piştî lêgerîna li nava malan her şeş kes birin Midûriyeta Emniyeta Tirk a li bajarê Amedê.