Xebatên HDP’ê yên hilbijartinê li Wanê didome
Rêxistina Bajêr a HDP’ê ya Wanê xebatên xwe yên hilbijartinê li navçeyên Tûşba û Îpekyolûyê domand. Endamên HDP’ê di çarçoveya xebatan de têkildarî hilbijartinê gel agahdar kir.
Rêxistina Bajêr a HDP’ê ya Wanê xebatên xwe yên hilbijartinê li navçeyên Tûşba û Îpekyolûyê domand. Endamên HDP’ê di çarçoveya xebatan de têkildarî hilbijartinê gel agahdar kir.
Rêxistina Bajêr a HDP’ê ya Wanê li Taxa Îstasyonê buroya hilbijartinê vekir û li bazarên semtan çû serdana gel.
Hevseroka Rêxistina Bajêr a HDP’ê ya Wanê Yadîşen Karabûlak û Hevseroka Rêxistina Bajêr a DBP’ê Ayla Tarhan jî di nav de, heyeta HDP’ê li Taxa Îstasyonê buroya hilbijartinê vekir. Piştî vekirina buroya hilbijartinê girseya HDP’ê çû serdana bazara li taxê û wêneyên Selahattîn Demîrtaş li gel belav kir.
ÎPEKYOLÛ
Jinên HDP’yî li taxên Cûmhûriyet û Kefenliyê bi jinan re civiyan. Meclîsên HDP û DBP’ê yên jinan jî tevlî civînê bûn.
Di civînê de Hevseroka Navçeya Îpekyolûyê ya HDP’ê Edîbe Babûr diyar kir ku hilbijartina 24’ê Hezîranê gelekî girîng e û bal kişand ser vî tiştî ku berpirsyariyeke girîng li ser milên jinan e. Babûr banga seferberiyê li jinan kir.