Xaniyên ji kevir li dijî wêrankeriya dewletê li ber xwe didin

Xaniyên ji kevir ên li Keleha Çelê, ku li navçeya Çelê ya Colemêrgê ne û temenê xwe 700 sal e, ji bo nebin xirbe li dijî polîtîkayên şer û hilweşandinê yên dewleta Tirk li ber xwe didin.

Navçeya Çelê ya Colemêrgê û bedewiyên wê yên xwezayî, ku weke beşek ji bihuşta di nava çiyê de veşartî ye tê binavkirin, dibe qurbanê polîtîkayên şer û hilweşandinê yên dewleta Tirk. Çelê bi keleha xwe, xaniyên xwe yên dîrokî yên ji kevir, serdavên xwe yên ji pêlikên ji kevir xwe berdidin jêrê, medrese û du Çiyayên Şinê ku bedewiyeke xwezayî ye, li dijî zilma dewleta Tirk bi xweza û dîroka xwe li ber xwe dide.

Çelê, ku di sala 1926'an de bi Peymana Enqereyê re tevlî nava sînorên Tirkiyeyê hate kirin, bi xaniyên xwe yên dîrokî û çiyayên xwe yên ku gelek demsal bi hev re lê tê dîtin, bi hesreta wan rojên xwe yên berê yên bi heybet e. Tevî ku Çelê di sala 1953'an de bû navçe jî, ji aliyê desthilatdarên Tirk ve her tim weke beşek ji herêma Colemêrgê ya 'divê were terbiyekirin' hate dîtin. Ji vê navçeyê her roj mirovan koç kirin û bi qasî ku kes koçî vê derê neke, xizan bû. Çarenûsa navçeyê di sala 1986'an de hate guhertin. Gundên Çelê ku 23 muxtariya gundan û 32 gundikên wê hene, ji sala 1986'an heta sala 1999'an ji aliyê artêşa Tirk ve hatin valakirin. Bajarokê Ûzûndere, ku nifûsa xwe 2 hezar bû hate valakirin, şaredariya wê hate girtin û erdên wê jî kirin herêma tampon.

Li Çelê, ku naxwaze bi operasyonan lê dixwaze bi ger û geştên tûrîstîk bê bihîstin, avahiyên dîrokî yên li ser piyan e, nîşaneya heybeta wê ya berê ye.

XANIYÊN DÎROKÎ YÊN JI KEVIR

Li Keleha Çelê ku bi qasî 700 salî ye, xaniyên wê yên dîrokî yên ji kevir li ber tinebûnê ne. Ev xaniyên dîrokî yên zexm, ku wextekê ji aliyê mîrên herêmê ve hatin bikaranîn, di gelek şerê dijwar de li ber xwe dan û li ser piyan man. Ji bo parastina van xaniyên ji kevir ên pişta xwe dane Keleha Çelê û deriyê tûrîzmê lê were vekirin, Şaredarê demê Mehmet Kanar kete nava hin hewldanan.

HEWLDANA ŞAREDARIYÊ TÊRÊ NEKIR

Ji bo restorekirina xaniyan, Wezareta Çand û Tûrîzmê di sala 2009'an de heyeteke lêkolînê şand navçeyê. Xebatkarên wezaretê piştî ku raporên xwe amade kirin ji navçeyê çûn, lê 3 salan deng ji wan derneket. Li ser vê yekê Şaredar Kanar careke din nivîsek ji wezaretê re nivîsand. Tevî ku sal di ser serlêdanan re derbas bûn, Wezareta Çand û Tûrîzmê ti bersiv neda Şaredariya Çelê. Careke din serlêdan hate kirin, lê Wezareta Çand û Tûrîzmê bêdeng ma û heta roja îro ti encam jê derneketiye.

Bi taybetî, piştî ku leşkerî hate herêmê, artêşa Tirk gelek kevirên van xaniyan ji şûna wan derxistin û bi xwe re birin.

DU QATÎ NE Û BI KIŞÎ Û GEJ HATINE LÊKIRIN

Xaniyên dîrokî yên Çelê yên ji kevir, bi rêbazeke ji rêzê nehatine lêkirin. Bi kedeke gelekî mezin hatine lêkirin. Di wê demê de bi 'Kişî û Gej' hatine lêkirin. Kişî û Gej madeyeke ku bi şewitandina keviran li ocaxên gelekî mezin, bi dest dikeve. Kişî û Gej, dema ji bo lêkirina avahiyekê tê bikaranîn, piştî 100 salî dibe kevir. Weke ku tê zanîn, çîmentoyê herî bi qalîte yê roja îro, piştî 100 salî vediguhere xweliyê. Ji ber vê yekê, xaniyên Çelê piştî demeke ewqasî dirêj, hê li ser piyan e.

Xaniyên ji kevir ên dîrokî bi giranî ji du qatan pêk tên. Li qatê jorê bi giranî cihê rûniştinê û odeyên razanê hene. Li qatê jêrê jî, ku bi pêlikê xwe berdidin, kîler, banyo û lavabo hene. Li gorî agahiyên ku extiyarên Çelê dan, Çelê bi temamî wextekê li wir bû.

'DEWLET BI ZANEBÛN VAN XANIYAN RESTORE NAKE'

Şêniyên Çelê destnîşan dikin, ku dewlet bi zanebûn van xaniyan restore nake û gotin, "Eger dewlet vekişe, ev der wê karibe jiyana xwe bidomîne. Eger dewleta Tirk li vir nebe, wê Çelê di tûrîzmê de bibe bihuşt. Cihekî ku tûrîzma xweza, dîrok û çandê lê digihêjin hev. Li Zapê, ji sporên avê heta çiyageriyê... Avhewaya Çelê derfetê dide ku her şêwe fêkî û zebze lê şîn bibe. Çelê ji her alî ve dewlemend e, tenê bila dewleta Tirk dest nedê. Dewlet nahêle malên dîrokî yên ji kevir bên restorekirin. Li hemberî vê yekê, xaniyên ji kevir li ber xwe didin. Em xwe bêhêvî nakin."