Wezîrê Karê Derve yê Iraqê: Dewleta Tirk êrîş kiriye

Wezîrê Karê Derve yê Iraqê Fûat Husên eşkere kir ku êrîş li Zaxoyê ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye kirin û destnîşan kir ku wê bûyerê biginînin Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî.

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fûad Hisên diyar kir piştî, pisporên ewlekariyê û berpirsên leşkerî êrîşa Zaxo’yê lêkolînkirin, gihîştine wê encamê ku dewleta Tirk êrîş pêkaniye.

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fûad Hisên jî li ser komkujiya dewleta Tirk a li Zaxoyê bi amadebûna şandeyeke leşkerî ji çapemeniyê re axivî.

Fûad Hisên diyar kir kesên pispor û berpirsên leşkerî li gel wan lêkolîn derbarê komkujiya Zaxoyê de kirine û got: “Di encama lêkolînê de erket ku topbaran ji aliyê artêşa Tirkiyeyê ve hatiye kirin.

Fûad Hisên diyar kir hebûna Tirkiye ya li ser axa Iraqê nayê qebûlkirin û got: “Eşkere bû ku şerê dewleta Tirk ne li gel PKK’ê ye. Tirkiye bi dehan gundên Kurdistana Iraqê dagirkiriye û xelkê sivîl dikûje.”

Wezîrê Karê Derve yê Iraqê Husên diyar kir ku wê bûyerê bibin Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî.