Wesayita polîsan li Amedê li extiyarekî qelibî
Li Amedê, wesayita zirxî ya polîsan li kesekî 70 salî qelibî ku di rê de derbas dibû. Welatî li cihê bûyerê li hev civiyan û nerazîbûn nîşanî polîsan dan. Polîsên Tirk jî gule berdan hewayê û gef li welatiyan xwarin.