Wesayita ku penaber tê de bûn qelibî: 4 kes mirin
Li navçeya Elcewazê ya Bedlîsê, mînîbusek ku penaber tê de bûn wergeriya. 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, 25 kes jî birîndar bûn.
Li navçeya Elcewazê ya Bedlîsê, mînîbusek ku penaber tê de bûn wergeriya. 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, 25 kes jî birîndar bûn.
Li nêzî gundê Bahçedere yê navçeya Elcewazê, mînîbus ji kontrolê derket û wergeriya.
Di encama qezayê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, 25 kes jî birîndar bûn.
Birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyên li navçeyên Elcewaz, Xelat û Tetwanê.