'Werin em Newrozê bi hev re li qûntara Qendîlê pîroz bikin'

Hunermendên Silêmaniyê ji bo Newroza îsal bangewazî li gel kirin û gotin: “Werin em Newrozê bi hev re li qûntara Qendîlê pîroz bikin.”

Hunermendên bajarê Silêmaniyê Arî Fewzî û Rêbiwar Talib têkildarî Newroza îsal axivîn û daxwaz ji gelên herêmê kirin ku Newroza îsal li qûntara Qendîlê pîroz bikin.

Hunermend Arî Fewzî bangewaziya beşdarbûna li Newrozê kir û wiha got: “Cejna Newrozê cejneke me ya neteweyî ye û pîrozkirina wê cureyeke xebat û têkoşînê ye. Werin em Newrozê bi hev re li qûntara Qendîlê pîroz bikin.”

Arî Fewzî da xuyakirin ku îsal rojî û Newroz rastî hev tên û got ku rojî meseleyeke dînî ye û Newroz meseleyeke neteweyî ye û wiha axaftina xwe domand: “Pîrozkirina Newrozê di meha Remezanê de ne pirsgirêk e. Gelê Kurd bi rêjeyeke zêde misilman e, em dikarin fitara xwe li Qendîlê vekin.”

Hunermend Rêbiwar Talib jî bang li hemû keç û kurên Kurd kir ku Newrozê li qûntara Qendîlê pîroz bikin û got: “Newroz boneyek e ku xebat û têkoşîn û Kurdayetiyê tîne bîra me. Pîrozkirina Newrozê li Qendîlê ji bo me bûye erkek. Rast e, pîroziya meha Remezanê heye, lê belê em dikarin di meha Remezanê de jî Newrozê li qûntara Qendîlê pîroz bikin.”