Wêneyê bêhiqûqiyê: Bêparastin, bêparêzer hiştin û 12 sal ceza lê birîn

Nazli Solgûn ku di sala 2010'an de li îdirê bi îdîaya "endametiya rêxistinê" hate girtin 12 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn. Cezayê lê hate birîn li rûyê wê jî nehatin xwendin. Her wiha Solgûn tevlî gelek rûniştinan jî nekirin.

Nazli Solgûn a li Îdirê di sala 2010'an de hate destgîrkirin. Solgûn tevî 10 kesan hate darizandin û bi bayê bezê bi îdîaya "endametiya rêxistinê " 12 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn.

Edaleta Tirk qîma xwe bi vê jî neanî. Solgûn dema ku li girtîgehê bû, li dijî wê vê carê jî bi sûcdariya 'KCK'ê doz hate vekirin û 10 sal ceza di vê dozê de jî lê hate birîn. Bi vî rengî bi heman îdîayê du cezayên cuda yên 'endametiya rêxistinê' lê hate birîn.

Solgûn tenê karîbû tevlî rûniştineke dozê bibe. Biryara der heqê wê de hate dayin li rûyê wê jî nehate xwendin. Dewleta ku qîma xwe bi cezakirina Solgûn neanî ew sirgûn kir. Solgûn nêzî 12 sal in girtî ye û heta niha li gelek girtîgehan hate sirgûnkirin. Piştî Wan, Bedlîs, Erzîrom, Xarpêt û Tarsûsê sirgûnî Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bunyan a Kayseriyê hate kirin.

PIRSGIRÊKÊN WÊ YÊN GIRAN ÊN TENDURISTIYÊ HENE

Pirsgirêkên giran ên tenduristiyê li Solgûn der bûne. Li hin deverên bedena wê kîst çêbûne, deq li cegera wê ketiye, nexweşiyên movikê lê der bûne, tevî alerjiyê pirsgirêkên astim û bronşîtê hene. Ji ber pirsgirêkên tenduristiyê malbata wê xwest ku wê veguhêzînin girtîgeheke nêz. Lê belê ev daxwaz nehate qebûlkirin û piştî li girtîgeha Tarsûsê emeliyat bû sirgûnî Kayseriyê hate kirin.

PARÊZER: NE PARÊZER NE JÎ NAZLI TEVLÎ RÛNIŞTINÊN DOZÊ NEKIRIN

Parêzer Engîn Kizilay li ser rewşa tenduristiyê û hiqûqî ya Solgûn  agahî da û diyar kir ku Solgûn tevlî hin rûniştinan nehate kirin, cezayê lê hate birîn jê re nehate xwendin û tevî vê yekê parêzer jî tevlî gelek rûniştinan nekirin.

Kizilay diyar kir, divê Solgûn tavilê bê berdan û got, "Li Amedê jî hin dozên têkildarî Nazli Solgûn hene û em hewl didin xwe bigihînin agahiyên pêwîst. Li wir jî bêhiqûqî heye û divê Solgûn tavilê bê berdan."

Xwişka Solgûn Bîrgul Solgûn jî nerazîbûn nîşanî bêhiqûqiya il xwişka wê tê kirin da û got, "Me xwest Nazli sewqî girtîgeheke nêzî me bikin, lê belê wan berevajî vê daxwaza me kirin û ew şandin devereke dûr, şandin Kayseriyê. Nazli miroveke bi rûmet e û ji ber vê yekê bi her rengî nebaşiyê lê dikin. Bila raya giştî di vê mijarê de bi berpirsyarî tevbigere."