Welatparêzê Kurd ê Êzidî Şêx Behcet Kizilyel jiyana xwe ji dest da

Welatparêzê Kurd ê ji civaka Êzidî Şêx Becet Kizilyel jiyana xwe ji dest da. Saziyên Êzidiyan ên li Ewropayê sersaxî ji malbata wî, civaka Êzidî û gelê Kurdistanê re xwest.

Welatparêzê Kurd ê ji civaka Êzidî Şêx Behcet Kizilyel, ku li bajarê Celle yê Elmanyayê dima, di 26'ê Tebaxa 2020'an de jiyana xwe ji dest da.

Navenda Yekîtiya Komelên Êzidiyan (NAV-YEK), Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî (SMJÊ), Yekîtiya Êzidiyên Sûriyeyê (YÊS), Hevgirtina Ciwanên Êzidî (HCÊ), Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat (MŞD), Navenda Çanda Êzidxanê (NÇÊ) û Koordînasyona Meclîsên Gundên Êzidiyan ên li Bakurê Kurdistanê bi peyameke hevpar sersaxî xwestin.

Di peyamê de hate bibîrxistin ku Kizilyel ê ji gundê Gêdûkê yê herêma Bişêriyê ya Êlihê, sala 1968'an hatibû Elmanyayê û ji hingî ve li bajarê Celle dima.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Şêx Behcet yek ji damezrînerên Mala Êzidiyan a Celle bû. Heta roja dawî ya jiyana xwe di nava karê gelê Kurd û Êzidiyan de bû.

Şêx Behcet yek ji wan kesên destpêkê bû ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribû û di welatparêziya xwe de felsefeya Rêber Apo esas werdigirt."

Saziyên Êzidiyan diyar kirin ku bingeh û armanca karê Şêx Behcet yekîtî û tifaq bû û destnîşan kirin, "Ji bo yekîtî û hevgirtina Êzidiyan bi dil û can dixebitî.

Şêx Behcet ji bo me windahiyeke mezin e û em gelekî xemgîn in. Em di serî de ji malbat û kesûkarên wî, sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurd û civaka Êzidî re dixwazin. Xwedayê dilovan wî bi bihuşta xwe şa bike."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku şîna Şêx Behcet îro tê danîn û wê heta 29'ê Tebaxê li Mala Êzidiyan a Celleyê bidome.