Welatparêzê Kurd Cemîl Tîmûr jiyana xwe ji dest da

Cemîl Tîmûr ê ku di tevahiya jiyana xwe de piştgiriya Tevgera Azadiyê ya Kurdan kiriye û bi kesayeta xwe ya serîhildêr tê naskirin, jiyana xwe ji dest da.

Tîmûr ê ku bi taybetî di salên 1990’î de li hemberî polîtîkaya cerdevaniyê li ber xwe da, ligel ku gundê wî hate şewitandin jî dev ji vê helwesta xwe berneda û di nav malbat û derdora xwe de rolekî pêşeng lîst.

Tîmûr gelek caran hate binçavkirin û girtin. Gelek îşkence jî li Tîmûr hate kirin lê Tîmur dev ji doza xwe berneda.

Derdora wî bi mirina Tîmûr re xemgîn bû. Cenazeyê Tîmûr wê ji sibê li Wanê were veşartin.