Welatparêz û rûspiyê Êzidiyan Birahîm Ozden rehmet kir

Welatparêz û rûspiyê civaka Êzidî Brahîm Ozden ê demek dirêj bû li nexweşxaneyeke ya bajarê Celle ya Elmanyayê dihate dermankirin, rehmet kir.

Li ser wefata Brahîm Ozden Pêkhateyên Civaka Êzidî yên Ewropa peyameke sersaxiyê ji bo malbata Ozden û cıvata Êzidî da.

Di peyamê de hate gotin ku Apê Birahîm yê ji demeke dirêj ve li himberî nexweşiyên giran têdikoşiya, îro li bajarê Celle yê Almanya wefat kir.

Di dewama peyamê de ev tê gotin: “Em bi wefata wî gelekî xemgîn bûn. Em saziyên civaka Êzidî soz didin gelê xwe, em ê heta serkrftinê li doza rûsipiyé civaka me yê heja Apê Brahim xwedî derkevin.

Em ji apê Birahîm re rahma Xwedê, di serî de ji Malbata wi, ji gele me yê welatparêz û ji tevahiya civaka Êzdiya re sersaxiyê dixwazin. Ji ber vê keda wî ye giranbûha, em wefata wî ji bo civaka xwe windahiyeke mezin dibînin.”

Apê Birahîm di sala 1936 de li Gundê Şasimê yê girêdayî navçeya Bişêri ya Êlihê hatiye dine. Sala 1969’an jî berê xwe dide bajarê Celle yê Elmanya.

Brahimê Ferman ji destpêka sala 1979’an  û vir ve bê nav ber wek welatparêzekî giranbûha kedeke bê hempa daye û di heman deme de birayé Mam Zekî Şengalî ye. Her weha di damezirandina Yekîtiya Êzdiyan, vekirina Mala Êzdiyan Celle, di pêşxistin û xwirtkirina civaka Êzdî de xwedîyê kedeke mezin e.

Ji bo Brahîm sersaxî li Mala Êzidî ya Celle tê qebûlkirin. Her wiha wê cenazyê wî li gundê Şaşimê yê girêdayî Bişêri bê veşartin.