Welatiyên Kerkûkê li ber siyaseta şerxwazî ya PDK’ê rabûn

Welatiyên Kerkûkê li dijî siyaset û provakasyonên PDK’ê yên bi hevkariya Tirk re a li ser qadên gerîla li Kerkûkê çalakiyek kirin û bang li hemû aliyan kir ku li ber êrîş û planên dagirkeriyê rabin û çareserî diyalog e.

Bi pêşengtiya Koma Hişyarî ya Ciwanan di saetên êvarê de li Baxçeyê Şehîd Marf Berzencî ya Kerkûkê li dijî siyaseta şerxwaz ên provakatîf yên PDK’ê çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de kesayet, rewşenbîr, nûnerên rêxistinan û welatiyên bajêr amade bûn.

Di çalakiyê de dirûşmên li dijî şer û aloziyên navxweyî hatin gotin.Li ser navê Koma Hişyarî ya Ciwanan daxuyaniyek ji aliyê Çalak Letîf ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, tevî ku gelek krîzên wek aborî, virûsa korona, êrîşên li ser Kerkûkê, pirsgirêkên cotyaran û siyaseta bi Erebkirina Kerkûkê hene û nehatine çareserkirin, li aliyê din jî hewl tê dayîn krîzên nû derxin û birînek din li ser dilê hemû Kurdan çêkin.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin ku dewleta Tirk li sê parçeyên Kurdistanê dest bi pêngavek mezin a dagirkirin û qirkirinê kiriye û wiha domand: “Piştî ku dewleta Tirk di şerê li Heftenînê de şikest niha jî dixwaze di Başûrê Kurdistanê de pilana xwe ya bixe dewrê. Dixwaze Kurdan li ber çavê cihanê reş bike. Dixwaze xwîna Kurd bi destê Kurd were rijandin.”

Herî dawî jî daxwaz ji hemû aliyek hate kirin ku li dijî pîlanên dagirkeran rabin û pirsgirêkan bi rêya diyalogê çareser bikin.