Welatiyên Kerkûkê jî tevlî kampanya îmzeyan a li dijî dagirkeriyê bûn

Li Kerkûkê endamên Ciwanên Welatparêz mal bi mal, kolan bi kolan dikan bi dikan digerin û ji bo derxistina binke û baregehên Tirk a li ser axa Başûrê Kurdistan û Irqaê îmze kom dikin.

Kampanyaya îmzeyê ku ji bo leşkerên Tirk ên dagirker ji axa Başur û Iraqê derbikeve bi pêşengtiya Jinên Ciwan ên Tekoşer, di çarçoveya Pêngava “BIRÛXÎNE” ya Seferberiya Heftenîn de destpê kiribû didome.

Bi pêşengtiya Jinên Ciwan ên Tekoşer , Ciwanên Welatparêz, gelek rêxistinin sîvîl û ciwan ji bo derxistina leşkerên Tirk ên dagirker îmze kom dikin. Kampanya li seranserê Başurê Kurdistan bi awayek xurt tê meşandin.

Endamên Ciwanên Welatparêz li Kerkukê dukan bi dukan, kes bi kes, mal bi mal digerin û ji bo derxistina leşkerên Tirk ên dagirker îmze kom dikin.

Endamê Ciwanên Welatparêz Amed Kerkukî beriya ku dest bi îmze komkirinê bike axivî. Amed da diyar kirin ku wê her ji bo îmze komkirinê rojane berdewam bikin.

Ciwanan li taxa Mam Qasim dest bi îmze komkirinê kirin. Li Kerkukê ji ber metirsiya Corona Vîrus qedexeya hatiye îlankirin jî tevî vê jî ciwanan dest bi îmze komkirinê kirin.

Ciwanan dema îmze komkirin şêniyên Kerkukê nerazîbûnekî mezin nîşanî dagirkeriya Tirk didan û Hikumeta Heremê û Iraqê jî rexne kirin. Şênî bi eleqeyek mezin nêzîkî kampanyayê bûn û îmzeyên xwe danîn binê metna kampanyayê.

Di nava 2 roja de li Kerkûkê heta niha 1 hezar îmze hatiye komkirin.

ÇEMÇEMAL

Li navçeya Çemçemal ya Silêmanî jî ciwanan kampanyaya îmzeyê didomîne.