Welatiyên Bradost helwesta hikûmeta herêmê şermezar kir

Welatiyên herêma Bradostê helwesta hikûmeta herêma Kurdistanê şermezar kirin û gotin; “Divê hikûmeta herêma leşkerên Tirk ji Kurdistanê derxîne û destxweşiya xwepêşadêran bike.”

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker 24 Çile bombe li herêma Reşewa ya Dêralokê barand û di encamê de 4 welatiyên sivîl yên Şêladizê û 2 welatiyên gundê Etûtî navçeya Zapê şehîd bûn. Piştî êrîşê welatiyên bajarokê Şêladiz a parêzgeha Dihokê nerazîbûn nîşan da û baregeha Sirî ya dewleta Tirk a li nava xaka Başûrê Kurdistanê de şewitandin.

Piştî vê çalakiyê hikûmeta herêma Kurdistanê li cihê ku êrîşên dewlet a Tirk a dagirker şermezar bike, welatiyên sivîl kir hedef û PKK sûcdar kir. Asayîşa PDK’ê li herêma Behdînan avêtin ser gelek navendan, rojnameger û gelek çalakger bêyî biryara dadgehê destgîr kirin.

Têkildarî mijarê welatiyê bi navê Raweker Mecîd ê ji herêma Bradostê ji ANF’ê re axivî û got; “Helwesta hikûmeta herêma Kurdistan ya li dijî tevgera rizgariya gelê Kurd ya li dijî Bakurê Kurdistanê ne welatparêziye û xizmetê ji dijminê Kurd re dike. Em vê helwestê şermezar dikin. Em matmayî mane ku hikûmeta herêma Kurdistanê daxuyaniyê dide dewleta Tirk a dagirker ku rojane bi balafirên şer herêmên me bombe dike û welatiyên sivîl şehîd dixe. Pêwîst bû hikûmeta herêma Kurdistanê spasiya çalakgeran kiriba ne ku şermezar bikira.”

Welatiyê bi navê Mihemed Sabîr ku li navenda herêma Bradostê dijî wiha got; “Em helwesta hikûmeta Başûrê Kurdistanê şermezar dikin. Divê hikûmet Tirkiye ji nava xaka Kurdistan derbêxe ne PKK’ê. Ev ne yekem care ku êrîş li dijî Başûrê Kurdistanê pêk tê û welatiyên sivîl şehîd dikevin.”

Sabîr wiha domand; “Tu helwestekî yê hikûmeta herêma Kurdistan nebû li beramber hatina leşkerên Tirk a nava xaka Başûrê Kurdistanê. Hertim daxuyaniyên alîgir daye û piştgiriya hatina wan dike. Serhildana gelê Şêladizê di cih deye û em piştgiriya wê dikin. Em jî dixwazin wê roja serhildanê li herêma Bradostê li dijî dagirkeran bibînin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku zêdetirî saleke leşkerên artêşa Tirk a dagirker xaka Başûrê Kurdistanê dagirkirye. Li çend sînoran baregeh û bendên leşkerî ava kirine û rojane zirarê didin welatiyên sivîl ên navçeyê. Sala derbasbûyî ji ber bombebarana artêşa Tirk a dagirker welatiyên gundê Lêlikan, Xelîfan, Bresenan, Alekan, Gureşan û Buzunê yên herêma Bradostê hefteyekê koçber bûbûn. Metirsî heye ku welatiyên nav navçeyan careke din koçber bibin.