Welatiyên Şengalê: Emê zarokên xwe, çiya, bawerî û çanda xwe biparêzin

Şêniyên Şengalê ji bo piştgiriyê bidin asayîşên xwe tevî astengiyan xwe gihandin Navenda Asayîşa Êzidxanê ya Sinunê. Di daxuyaniya li wir hat dayin de hate gotin: “Emê nehêlin tu hêz êrişê zarokên me bikin.”

Şêniyên Şengalê ji doh êvarê heya niha rexmê tevahî astengiyên artêşa hikumeta Kazimî karîn xwe bigihînin navendên asayîşên xwe û piştgiriya xwe ya ji bo asayişa xwe nîşan dan.

Şêniyên Şengalê ku xwe gihandin navenda Asayîşa Êzidxanê ya Sinunê, li wir daxuyaniyek dan. Daxûyaniya gel ji aliyê Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Kinê Xidir ve hate dayîn. Di daxwiyaniyê de hate gotin ku ew weke civaka Êzidî heya dawî wê ji bo parastina deskeftî û zarokên xwe ewê di nava tekoşînê de bin.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin ku ew îro li gel asayişa xwe amade bûne û wiha hat domandin: “Hikumeta Kazimî dixwaze ku em deskeftiyên xwe yên ku me bi xwîna şehîdên xwe ava kiriye, bi hêsanî radestê wan bikin û koletiyê bipejirînin. Lê em weke dayik û gelê Şengalê emê heya dawî tekoşîna xwe bidomînin, emê parastina mafên xwe bikin û ji bo avakirina Şengalek xweser çi ji me bê xwestin emê pêk bînin.”

Di daxuyaniyê de her wiha hate ziman ku eger tevahî xalên xwe yên asayîş û hêzên xwe yên YBŞ û YJŞ’ê jî radestê hêzên artêşa Kazimî bikin jî, cardin wê wana neparêzin û hate gotin: “Heya yek ji me hebe emê piştevaniya zarokên xwe bikin, emê  zarokên xwe, çiya, bawerî û çanda xwe biparêzin.”

Daxuyanî bi van gotinan bi dawî bû: “Kî dibe bila bibe, ger hêzek were bixwaze ku civaka me belav bike, bixwaze ku bawerî û çanda me tune bike, emê heya dawî xwe biparêzin û tekoşîna xwe berdewam bikin. Em weke jin û gelê Şengalê heya dawiyê emê nehêlin tu hêz êrişê zarokên me bikin. Emê heya dawiyê li bermberî îxanet û lîstokên wan yên qirêj şer bikin.”