Welatiyên Êzidî gihiştin Şengalê

Piştî ku 5 jin û zaroke 13 salî ji aliyê QSD’ê ve ji destê çeteyên DAÎŞ’ê hate rizgarkirin û radestî Meclîsa Şengel û Wexfa Jinan a Êzidiyan hatibû kirin û şûnde giştin Şengalê. Êzidiyên gihiştin Şengalê ji aliyê TAJÊ ve radestî malbatên wan hatin kirin.

Mala Êzidî ya Hesekê jinên bi navên Serab Nayîf Îsa, Leyla Xelef Filîd, Ezîze Şemo Xelef, Hediye Elî Hecî û Qismet Mihemed û dîsa zaroka bi navê Qasim Evdo yê 13 salî ji aliyê QSD’ê ve ji destê DAÎŞ’ê hatibûn rizgarkirin radestî Meclîsa Şengal û Wexfa Jinan a Êzidiyan kirin. Di saetên êvarî de gihiştin Şengalê û ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Êzidiyan ve radestî malbatên wan hatin kirin.

Di merasîma radestkirinê de li ser navê rêveberiya TAJÊ Helîma Hisên axivî û got: "Em TAJÊ sipasiya Mala Êzidiyan dikin ku bi me re dibin alîkar heta em welatiyên xwe digihînin malbatên wan. Xebatên me yên rizgarkirina welatiyên xwe wê bidome. Her çendî ji aliyê artêşa Iraqê ve li ser sînor pirsgirêk hebin jî lê em ê xebatên ji bo rizgarkirina jin û zarokên Êzidîxanê bidomînin.”