Welatiyê Silêmaniyê li dijî dagirkeriyê û hevkariya PDK’ê daketin qadan

Welatiyên Silêmaniyê li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê daketin kolanan û dilsoziya xwe ya bi gerîla re bi dirûşmeyan anîn ziman, xiyaneta PDK’ê jî şermezar kirin.

Bertekên li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ya bi hevkariya PDK’ê ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Başûrê Kurdistanê ya 17’ê Nîsanê hatiye destpêkirin, her ku diçe berfireh dibe.

Îro bi taybetî piştî ku serokwezrîê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di axaftina xwe ya li konferansa Chatam Hoûs ya li Londrayê de kirî ku li xwe mikur hat ku hevkariy dewleta Tirk ya ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê dikin, welatiyê Silêmanî demek beriya niha daketin kolanan û li dijî êrişên dagirkeriyê û hevkarî û xiyaneta PDK’ê hêrsa xwe nîşan dan.

Girseya gel saetên destpêka şevê li Kolana Salim li hev civiyan û heta Derkî Sera ku navendeke qelebalix a bajarê Silêmaniyê ye meşiyan. Di meşê de bê navber dirûşmeyên piştigiriya berxwedana gerîlayên azadiya Kurdistanê dikin û xiyaneta PDK’ê şermezar dikin hatin berzkirin. Pankarta li ser hatibû nivîsandin "Li dijî xeta xiyanetê Kurdistanê biparzin" hat vekirin.

Girseya qelebalix dema gihîşte Derkê Sera li wir dîsa kom bûn û meş veguherandin mîtîngê. Girseyê li wir bê navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana gerîla” "Bijî yekîtiya gelê Kurd" û “Bimre îxanet” berzkirin.

Li ser navê Însiyatîfa Gelê Başûr daxuyaniyek hate xwendin. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin li ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser qadên gerîla xaka Başûrê Kurdistanê û bi tundî êriş hat şermezarkirin.

Di beşek din a daxuyaniyê de xiyaneta PDK’ê hate lenetkirin û hat gotin ku tenê PKK nirxên gelê Kurd diparêze û ewê heta dawiyê bi berxwdana gerîlayên azadiya Kurdistanê bin.

Her wiha di daxuyaniyê de bang li gelê Kurd ê Başûrê Kurdistanê û hemû partî û alliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê hat kirin ku li hemberî xiyaneta PDK’ê û dagirkeriya dewleta Tirk di eniyeke niştîmanî de cih bigirin û li dijî dagirkerî û îxanetê rawestin.

Piştî daxuyaniyê girseya gel bi berzkirina dirûşmeyan dubare dilsoziya xwe ji bo gerîla anîn ziman û çalakî bi dawî bû.