Wekîlên HDP'yî: Têkoşîna me wê bi serbilindî bidome

Parlamenterên HDP'yî ji bo destekê bidin greva birçîbûnê ya Leyla Guven xwestin li ber Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Amedê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Polîsên Tirk êrîş birin ser wekîlan û dor li herêmê girtin.

Hevseroka Giştî ya KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven, ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 10 roj in di greva birçîbûnê ya bê dem-bê dorveger de ye. Rêxistina HDP'ê ya Amedê û parlamenterên HDP'ê ji bo destekê bidin Guven a dîlgirtî, xwestin li ber Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Amedê daxuyaniyê bidin çapemeniyê.

Koma HDP'yî ku Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, parlamenter Salîha Aydenîz, Dersîm Dag, Remziye Tosûn, Mûsa Farisogûllari, Tûma Çelîk, Hevseroka HDP'ê ya Amedê Fîlîz Bûlûttekîn û Hevseroka DBP'ê ya Amedê Îbrahîm Çîçek û Naşîde Toprak di nav de hene, ji aliyê polîsên Tirk ên dor li avahiya HDP'ê ya bajêr girtine, hate astengkirin.

Di navbera wekîlên HDP'yî û polîsên Tirk de nîqaş derket. Wekîlên HDP'yî bi biryardarî xwestin derbas bibin, lê polîsan vê carê bi mertalên xwe pêşî li wan girtin. Polîsên Tirk di dema vê xirecirê de wekîla HDP'yî Salîha Aydenîz tacîz kirin. Aydenîz ji polîsan re got, 'tacîzker', midûrê polîsên Tirk jî got, 'tu nikare ji karmendê dewletê re bêje tacîzker' û li ser vê  yekê di navbear HDP'iyan û polîsên Tirk de xirecir derket.

Wekîlên HDP'yî di nava dorpêçiyê de daxuyanî dan çapemeniyê. Aydenîz diyar kir ku pêşî li mafên wan ên demokratîk tê girtin û got, "Em wekîlên partiyeke ku 6 milyon deng stendine. Lê polîs pêşî li me digirin. Ev yek sûcekî vekirî ye. Wekîl li bajarê ku lê hatine hilbijartin tên astengkirin. Cihê vê yekê di kîjan dewlet, kîjan hiqûq, kîjan destûra bingehîn de heye? Bêyî ku li ber xwe bikevin radibin qala qanûn, hiqûq û destûra bingehîn dikin."

'DI ŞEXSÊ OCALAN DE GELAN TECRÎD DIKIN'

Aydenîz bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan û wiha dewam kir: "Ev tecrîd komployeke hêzên hegemonîk ên navneteweyî ye ku li dijî perspektîfa gelên Rojhilata Navîn a ji bo bikaranîna mafê xwe yê diyarkirina çarenûsa xwe, tê kirin. Birêz Abdullah Ocalan bi rengê herî giran tê tecrîdkirin. Di şexsê Birêz Abdullah Ocalan de gelên Kurdistanê û Rojhilata Navîn tên tecrîdkirin."

'ÇALAKIYÊN ME WÊ BIDOMIN'

Aydenîz işaret bi greva birçîbûnê ya Leyla Guven kir û got, "Birêz Leyla Guven ji bo balê bikişîne ser wê yekê ku dengê aştiyane yê Birêz Abdullah Ocalan wê rê nîşanî temamiya cîhanê bide, dest bi greva birçîbûnê kiriye. Ji bo em destekê bidin vê û balê bikişînin ser çalakiya greva birçîbûnê, me yê li ber Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Amedê dest bi greva birçîbûnê bikira. Waliyê vî bajarî di kêliya dawî de derketina derve, dayina daxuyaniya çapemeniyê qedexe kir. Ev yek ne hiqûqî ye. Em ê çalakiyên xwe bidomînin."

'TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ ŞER GIRAN DIKE'

Aydenîz diyar kir ku wekîlên HDP'yî, endamên partiyê û nûnerên saziyan ku wê sibe li Amed, Wan, Colemêrg, Edene û Rihayê dest bi greva birçîbûnê bikin û çalakî wê rojan dewam bike. Aydenîz wiha dewam kir: "Em pê bawer in ku şikandina tecrîdkirina Birêz Abdullah Ocalan wê aştiyê ji gelan re bîne. Nifteya aştiyê li Îmraliyê ye. Tecrîda li Îmraliyê karê tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê ye ku timî xwe ji şer xwedî dike. Bi komploya navneteweyî re rola gardiyaniyê dane Tirkiyeyê. Divê hikumet tavilê dest ji vê rola gardiyaniyê berde û ji bo paşeroja gelan pêşî li zimanê aştiyê, pêşî li Birêz Abdullah Ocalan veke."

'TÊKOŞÎNA ME WÊ BI BIRYARDARÎ DEWAM BIKE'

Di dawiya axaftina xwe de Aydenîz got, "Em ê serî li ber gefan netewînin. Di vê demê de ku salvegera darvekirina Seyîd Riza ye, çawa ku Seyîd Riza û hevalên wî serî netewandin, em ê jî li ber nêzîkatiyên faşîst serî netewînin. Ji bo demokratîkbûna vî welatî, ji bo azadiya Kurdistanê em ê têkoşîna xwe bi serbilindî û biryardarî bidomînin."

Avahiya HDP'ê ya Amedê hîn jî ji aliyê polîsên Tirk ve hatiye dorpêçkirin.