BI DÎMEN

Wekîlên HDP'ê li ser pêla dijwar a binçavkirinê ya li bajêr daxuyaniyek dan

Wekîlên Rihayê yên HDP’ê Osman Baydemîr û Îbrahîm Aydin têkildarî pêla binçavkirinê ya li Rihayê, ku dişibe 'Kampa Komîserhevkirinê' îro li Meclîsê daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Baydemîr got, "Li çar aliyên welêt hefteyê bi kêmanî du caran bi dehan însan jiyana xwe ji dest didin û em bi realîteyeke wiha re hevrû bûne. Erka cameweriyê, Wezareta Karên Hundir, personelê têkildar ku divê pêşgiriyan bike, piştî her êrîşê bi ser HDP’ê de tên û fatoreyê li HDP’ê dibirin, li beşên civakî yên muxalîf dibirin. Beriya bi 12 rojan, 22’yê Kanûnê binçavkirinên mîna, 'Kampên Komîserhevkirinê' çêbûn û di vê mijarê de me çapemenî agahdar kiribû. Ji wê rojê û heta niha tam 132 endam û rêveberê partiya me hatine binçavkirin’’

‘’LI RIHAYÊ SERDEMA ZÊRÎN A NEHIQÛQIYÊ TÊ JIYÎN’

Baydemîr got li 38 bajaran 19 Hevserokên Bajêr ê HDP’ê, 56 hevserokên navçeyan, bi tevahî 972 kes hatine binavçkirin û bi berdewamî got: ‘’Hema bibêjin fatoreya bikêrnehatîbûna xwe, pêşnegiriya xwe li HDP’ê dibirin. Giraniya vê rewşê mixabin li Rihayê tê jiyîn. Bêazadîbûna mirovan, serdema zêrîn a nehiqûqiyan li Rihayê tê jiyîn. Polîtîkaya ‘’Kampa Komîserhevkirinê’’ ku beriya 12 rojan me anîbû rojevê hê jî berdewam dike. Beriya bi 12 rojan 210 kes binçavkirî bûn, niha hê jî 160 kes li salona sporê ya Şaredariya Halîliye di bin çav de ne. Di nav 12 rojan de 30 mirovên nû hatine binçavkirin. Di nav binçavkiriyan de 2 hevşaredar, 2 parêzer û ji hemû beşên civakê nûner hene.’’

AYHAN: HEMÛ XEBATKARÊN ME DI HEDEFÊ DE NE

Ibrahîm Ayhan jî got:

‘’Em rewşeke awarte dijîn. Hiqûq nîn e, demokrasî nîn e. Ev hemû tiştên ku têne jiyîn her çendî bi sedema tasfîyekirina siyaseta demokratîk bin jî, terisandinên wê hişmendiya yekparêz in ku dixwazin muxalefetê, dengên cuda bibibirin û hişmendiya xwe ferz bikin. Binçavkirina bi sedan mirovî, di nav şertên derî mirovî de bi rojan hiştina wan, parçeyek ji vê ye.’’

Herî dawî Ayhan got li ser partiya wan êrîşeke giran heye û hewl tê dayin ku bi van rêbazan siyasetê tasfîye bikin û got, ‘’Berê jî em tiştên wiha re hevrû bûne. Divê zanibin ku ji vê wê ti encamê nestînin. Em li bendê ne ku hevalên me yên hatine binçavkirin di demeke nêzîk de derkevin pêş darazê. Divê polîtîkayên tasfîyekirinê demildest bi dawî bibin.’’