Wekîlên girtî di mîtînga Amedê de bang kirin

Di mîtînga Amedê de peyamên wekîlên di girtîgehê de hatin xwendin. Piştî mîtîngê polîsan çend kes binçav kirin.

Li Amedê mîtînga bi dirûşam “Wê azadî bi ser bikeve” ku ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve hate lidarxistin, bi xwendina peyamên wekîlên girît yên di girtîgehê de dewam kir. Piştî strangotina Dengbêj Hediye Vîranşehîriyê û şûnde peyamên Hevseroka Giştî ya DBP’ê û Parlemetera HDP’ê ya Amedê yên di Girtîgeha Kandirayê de ne hate xwendin.

TUNCEL: AZADIYA OCALAN WÊ NEFESGIRTINA GELAN BE

Peyama Tuncel wiha ye:

 “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 19 sal in di tecrîdê de ye. Rêveberên Tirkiye rêbazekî der hiqûqî ya taybet li ser Birêz Ocalan dide kirin. Gelê Kurd ev 18 sal in li dijî tecrîdê bi çalakî û aktivîteyê cuda cuda li qadan li ber xwe didin. Berxwedan û nivîsên ku Birêz Ocalan dayî avakirin û rêya azadiyê ji bo hemû gelan daye diyarkirin. Ya ku îro li Îmralî tê tecrîdkirina daxwaza demokratî û aştiyê ya gela ne. Meşaleya azadiyê ya ku Birê Ocalan li tarîtiya Îmraliyê pêxistî îro li Rojhilat Navîn ji bo gelan bûye rênîşan. Ji bo gelê Rojav û Reqa bûye hêviya mezin a jiyanê. Azadiya Birêz Ocalan tê wateya gelên Tirkiyeyê ji nû ve nefes bigire, ji bo bi ewlehî siberojê bi hev re bijîn ji bo avakirina aştiyê hêviye.

Gelê Kurd ê bi Birêz Ocalan re hevrêtiyek avakirî, di têkoşîna azadiya jinan û gelên Kurdistanê de xwedî rolekî taybet e. Bi Şoreşa Rojava re hemû gelên cîhanê têkoşîna wekhev û azadiya jina Kurd bi teqdîrî pêşwazî kirin. Ji ber vê sedemê gihiştina serkeftinê ya têkoşîna azadiya jinê azadiya Birêz Ocalan xwedî wate ye. Ji ber vê sedemê di vê hemû jin li dijî sîstema Îmraliyê ya êşkencekar û ewlehî û tenduristiya Birêz Ocalan rabe ser lingan û ji her demê zêdetir xwedî lê derbikeve.”

DEMÎREL: ÊRÎŞ BI BERXWEDAN Û SEKNA ME WÊ VALA BÊ DERXISTIN

Demîrel di nameya xwe de, silav li jin, Dayikên Aştiyê û xebatkarên çapemeniyê destpê kir. Nameya Demîrel wiha ye:

“Bila her kes vê baş bizane em hêz û morlê xwe ji berxwedan û sekna we ya li dijî zilm û êrîşan digirin. Polîtîkayên zext, êrîş û qirkirinê êdî têk çûye. Bi taybet xwedîderketina jinan a li ked, vîn û rûmetê, li dijî her cûre polîtîkayên zext û çewisandinê rabûna ser lingan bi wate û dîrokî ye.

SILAVÊN IRMAK Û YILDIRIM JÎ PÊŞKÊŞ KIR

Di wê hêviyê de ne ku bi cesaretekî mezin, hêvî em ê berxwedanê mezin bikin. Silavên Parlemtera Colemêrgê Selma Irmak û Parlemetera Mêrdînê Gulser Yildirim pêşkêşî we dikim. Ji dil û can rêz, silav û heskiriyên xwe pêşkêşî hemû gelê Amedê dikim.”

Piştî peyamên hate xwendin û şûnde mîtîng bi strangotina Yasemîn Goksû ve bi dawî bû.

Hat ragihandin ku piştî mîtîngê polîsan hinek kes binçavkirin.