Wekîlên Amedê: Qîrîna Leyla Guven bibihîzin

Parlamenterên HDP'ê yên Amedê gotin, çalakiya Leyla Guven qîrînek li dijî tecrîdkirina Ocalan e û diyar kirin, divê ev qîrîn bê bihîstin.

Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven li  dijî tecrîdkrina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 27 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ye. Du roj berê li Mersînê 15 endam û rêveberên HDP'ê ji bo piştgiriya çalakiya Guven dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn. Danê êvarê polîsan bi ser avahiya HDP'ê ya Mersînê de girt û Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Mersînê Zuhal Onen jî di nav de 10 HDP'yî destgîr kiribûn. Wekilên HDP'ê li cihê hatine hilbijartin li navendên HDP'ê yên bajar dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo 3 rojan kirin. 

Wekilên HDP'ê yên Amedê Selçûk Mizrakli, Dersim Dag, Semra Guzel û Mûsa Farisogûllari der barê tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çalakiya Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven, êrîşên li ser navenda wan a Mersînê axivîn. Wekîlan dan xuyakirin kir, li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Leyla Guven 27 roj in di greva birçîbûnê ya bêdawî de ye û gotin, çalakiya Leyla Guven qîrînek e û divê ev qîrîn bê bihîsitin.

'ÇALAKIYA GUVEN QÎRÎN E'

Wekîlê HDP'ê Selçûk Mizrakli anî ziman ku divê raya giştî ya Tirkiyeyê baş zanibe li welat bê hiqûqî û bê edaletî di asta herî jor de ye û got: "Hikumet hatiye asta ku êdî nikare welat bi rêve bibe. Li gel vê yekê hikumet dixwaze dijberên xwe bifetisîne û pêşiya siyasetê bigre. Di vî warî de mirov nikare li welat wiha qala aramî, aştî û wekheviyê bike. Tendirustiya cemaweriyê bi ewlehiyê, aştî, demokrasî, azadî, bikarin mafên xwe yên rewa, bi hiqûq û edaletê pêkane û pêdivî bi vê yekê heye. Ji bo vê yekê jî ya girîng aştî ye. Heta pirsgirêkên sereke yên welat neyên çareserkirin Tirkiye nagihêje aramiyê. Divê destpêkê pirsgirêka Kurd bê çareserkirin. Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û aramiya Tirkiyeyê divê tecrîdkirina birêz Ocalan biqede.  Divê ev yek baş bê zanîn, weke ku her kesî di dema pêvajoya çareseriyê de dît ku çiqas rola birêz Ocalan girîng bû. Bi vê mebestê birêz Leyla Guven berî 27 rojan ji bo balê bikişîne ser vê yekê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî kir. Çalakiya Guven qîrîn e, divê ev qîrîn bê bihîzin."

'DIVÊ TECRÎD RABE'

Wekîla HDP'ê Semra Guzel jî anî ziman ku armanca sereke ya dewletê ew e nehêle çalakiya birêz Leyla Guven bê bihîstin û got: "Bi nêzîkbûna hilbijartinên xwecihî re zext û êrîşên li ser partiya me zêde bûn. Dewlet bi êrîşan dixwaze tecrîdê ji hişê mirovan bibe. Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven 27 roj in di greva birçîbûnê ya bêdawî de ye. Rêxistinên me ji bo balê bikişînin ser çalakiya Guven li her derê ketine grevê. Ji bo piştevaniya çalakiya Guven berî du rojan li navenda rêxistina me ya Mersinê çalakî hatibû destpêkirin. Polîsan bi ser avahiya rêxistina me de girtin û 10 çalakvan destgîr kirin. Bi vê êrîşê dixwaze gel li hemberî zordariya wan serê xwe bitewîne. Lê belê ev zordarî û zext li hemberî berxwedanek gelek mafdar nabe asteng. Leyla Guven mafdar e û divê demildest tecrîd rabe."

'TECRÎD BI RÊBAZÊN CUDA KÛR DIBE'

Wekîlê HDP'ê Mûsa Farisogûllari jî destnîşan kir ku 19 sal in Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîdkirî ye û anî ziman ku divê tecrîd rojek ji ya din zûtir ji holê rabe. Farisogûllari got, sê salên dawî tecrîd bi rêbazên cuda kûr bûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Sê sal e em ti agahiyê ji rewşa tenduristiyê ya birêz Ocalan nastînin. Gelê Kurd ji rewşa rêberê xwe bi fikar e. Ji bo tecrîd bi dawî bibe gelek bang hatin kirin. Lê mixabin hikumeta AKP'ê guh nedan van bangan û tecrîd gav bi gav giran kir. Berî 27 rojan Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji bo balê bikişîne ser tecrîda girankirî û dawî li vê tecrîdê bîne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî kir. Ji bo dengê Guven bê bihistin dîlên azadiyê li girtîgehên Tirkiyeyê û Kurdistanê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Ev çalakî mafekî rewa yê herî demokaratîk e. Divê hikumet vê qîrînê bibihîze û van daxwazên herî rawa bi cih bîne."

'TECRÎD LI DIJÎ JINAN E'

Wekîla HDP'ê Dersim Dag jî bal kişand ser çalakiya Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ya bêdawî û got: "Berî niha ji bo piştevaniya birêz Guven li 5 bajaran hemwext me dest bi çalakiya birçîbûnê kiribûn. Me gotibû, em ê çalakiya xwe li her derê berfireh bikin û bidomînin. Berî du rojan li Mersînê ji bo piştevaniya çalakiya birêz Guven grev hatibû destpêkirin. Piştre polîsan bi ser avahiya rêxistina me de girtin. Li hemberî vê êrîşê û piştevaniya birêz Guven li hemû bajaran biryara greva birçîbûnê hate girtin. Heta tecrîdkirina birêz Ocalan biqede û daxwazên birêz Guven bên anîn, em ê çalakiyên xwe bi rengên cuda bidomînin. Em careke din dibêjin, daxwaza Leyla Guven daxwaza me ye û Leyla Guven mafdar e. Ev tecrîd di heman demê de li dijî hemû jinan û civakê ye."