Wekîlê HDP'yî Pîr hate binçavkirin
Parlementerê HDP'ê yê Amedê Ziya Pîr hate binçavkirin.
Parlementerê HDP'ê yê Amedê Ziya Pîr hate binçavkirin.
Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Ziya Pîr beşdarî rûniştina doza parlamentera HDP'ê Nûrsel Aydogan bû, ku li 3. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hat. Piştî bidawîbûna rûniştina dozê Pîr li ber avahiya edliyeyê ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin.
Bi îdîaya "Der barê wî de biryara anîna bi zorê heye" Pîr li ber edliyeyê li benda biryara dozgeriyê tê rawestandin.
Pîr di 4'ê Mijdara 2016'an de jî hatibû binçavkirin û bi biryara qedexeya derketina derveyî welat hatibû berdan.