Wê rojeva sereke ya KNK’ê Başûrê Kurdistanê be

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ji ber şewbê kongreya xwe ya asayî ya 20’emîn li ser înternetê li dar xistt. KNK’ê ji bo sekinandina êrîşên dewleta Tirk û bidawîkirina hevkariya bi dagirkeran re biryar da.

Desteya Giştî ya 20’emîn a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bi tevlêvûna siyasetmedar, ronakbîr, rewşenbîr û hunermendên Kurd ên ji her dera dinyayê îro dest pê kir. Ji ber şewba koronavîrusê civîn li ser înternetê hate kirin. Ji xeynî endamên KNK’ê ji her çar parçeyên Kurdistanê nûnerên gelek partî, rêxistin û organîzasyonan jî tevlê bûn.

Di kongreyê de ev mijar derketin pêş, “Heya niha dewleta Tirk di asta cihanê de bi pirsgirêka Kurd û bi binpêkirina mafên mirovan dihat naskirin. Niha weke parêzvanê hêzên tundrewên Islamî jî tê naskirin. Li gel vê rewşê jî, di dagirkirina Efrîn, Serekanî û Girê Sipî de, dewletên kurewî wek Emerîka, hezên wek Rûsya û gelek dewletên Yekîtîya Ewropayê çavên xwe jê re girtin. Wan hêzan hem nedixwestin li Rojavayê Kurdistanê Kurd bi vîna xwe çareseriyên xwe pek bînin, hem jî berjewendîyên wan yên cuda hebûn. Li ser van berjewendîyan bazar kirin. Ji ber vê yekê destûr dan siyaseta dagirkerî û mêtîngeriya dewleta Tirk a li ser Kurd û Kurdistanê. Her weha bi heman mebestê, destûr dan dewleta Tirk ku bi hemû şêwazan êrîşî Başûrê Kurdistanê jî bike.

Gelek hezên ku pêwîstiya wan bi hebûna pirsgirêka Kurd heye, naxwazin Kurd xwe ji xefika pirsgirêkan xilas bikin. Wek şûrê demokles çoyê dewleta Tirk an jî çoyê dagirkerên din, li dijî Kurdan bi kartînin. Gelek hêz, hê jî dixwazin tegihîştina Sykes-Pîcot li Kurdistanê berdewam be. Bi ti awayî naxwazin Kurd ji bo peşêroja xwe çareserîyên xwe bi pêşbixin. Sînoran li ber pêşketina Kurdan datînin.

Bi qasî ku dewlata Tirk ji hêza Kurdan ditirse, ji tiştekî din natirse. Ji bo wê jî, bi hemû derfetên xwe yên leşkerî, dîplomatîk, sîyasî û civakî di konsepta qirkirinê de bi israr e. Dewleta Tirk, di hemî nakokî û pirsgirêkan de ku gel hêzên cuda jiyan dike, dikare tavîzan bide. Lê di pirsgirêka Kurd de bi tu awayî naxwaze tavîz bide. Ji ber wê jî, li sêrî de bakurê Kurdistanê û parçeyên din de jî, bi hemû hêza xwe êrişî Kurdan û deskeftiyên Kurdan dike. Li bakurê Kurdistanê bi rêya faşîzmê dagirkerî û mêtingeriyê pêk tîne.

Ji bo ku Kurdan û hêza tevgera azadiya Kurdistanê provoke bike û gefan lê bixwe, tecrîdê li dijî Rêbêrê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tîne. Edî piştî 21 salan CPT’yê jî li hember rejîma Îmraliyê dengê xwe bilind kir û dewleta Tirk bi binpêkirina hiqûqa navdewletî tewanbar kir. Bi siyaseta tecrîta di nav tecrîtê de, dewlet vê  peyamê dide Kurdan: “Ez pirsgirêka Kurd ne bi hevdîtinê, lê ez ê we wek bi Pilana Islahata Şerqê ya sala 1925’an qirbikim.”

Di van demên dawî de dewleta Tirk ji ber ku nikare dewletên Ereb bike şirikê sîyaseta xwe ya li dij Kurdan, li gel rejîma Îranê xwest vê tifaqê pêk bîne. Îran ji ber ku di nav qeyraneke aborî, siyasî, civakî û dîplomatîki deye, nikare eniyeke nû yanî eniyeke şer li dijî Kurdan pêş bixe. Li ser navê xwe dihêle dewleta Tirk erîşî hêzên Kurd bike.

Qetilkirina kolberan îsal bi taybetî pir zêde bû. Her weha girtin û zextên li ser hawîrdorparêzan jî, ji sala par ve zêde bûye. Heman demê de Îran zimanê Kurdî qedexe dike û mamostayên Kurd jî zîndanî dike. Rejîma Îranê jî, ji hêza Kurdan pir ditirse. Ji bo ku Kurd bikarin bi rêyên siyasî û dîplomatîk zextê li ser rejîma Îranê zêdebikin, di navbera hêzên Kurdên rojhilatê Kurdistanê de pêwîstî bi tifaqa neteweyî heye.

BAŞÛRÊ KURDISTANÊ

Başûrê Kurdistanê, deverek azadkirî û xwedî statûyek federal e, ev rewş ji bo hemî Kurdistanîyan hêvîyeke mezin e û cihê kêfxweşiyê ye. Çi dibe bila bibe divê ev deskeftî bê parastin û bê pêşxistin. Parastina deskeftiyên gelê me li Başûr, erkeke neteweyî ye. KNK, li ser parastina deskeftiyên Başûr hesas e. Em dixwazin ev destkeftî firehtir bibin û bikevin xizmeta hemî Kurdistanîyan. Parastina deskeftiyan û hesasbûna li hember Herêma Federal, nayê wê maneyê ku rexne lê neyên girtin, kêm û kurîyên rêveberîyê neyên dîtin.

Taybetî piştî referandûmê ku wê ve girêdayî deverên dabirayî (deverên Madeya 140) carek din ji teref hêzên Êraqê ve hatin dagirkirin, heta niha başûrê Kurdistanê, di qeyranekî giran de ye. Ev qeyran siyasî ye, aborî ye, civakî ye, dîplomatîk e û di hemî warên jiyanê de derdikeve pêş. Li alê siyasî de her çend hilbijartin çêbûbin û hukumetek nû hatibe ser kar jî, yekîtîyek xurt nehatîye avakirin. Peywendîyên navxweyî weke tê xwestin nînin. Hukumetek şefaf nîn e, budce û dahatên herêmê ne zelal in û gendelîyek zêde heye. Li alê din pîvanên demokrasîyê hingî diçin teng dibin û binpêkirina mafên mirovan jî zêdedibin.

Qeyrana herî mezin aborî û civakî ye. Sîstema aborî ya Başûr dibe sedemê wê ku hejmarek kêm gelek dewlemend dibin, piranîya civakê jî feqîr dibin. Ketina nirxê petrolê, problemên budceyî yên bi Bexdayê re û pandemîya Koronayê, ev qeyran kûrtir û girantir kirîye. Qeyrana aborî, dibe sedemê qeyranên civakî jî. Gelek kes ji ber vê rewşê muhtacê nebaşan dibin, pê bawerî pêş dikeve û ehlaqê civakê têk diçe. Dibe sedema nexweşiyên derûnî û xwe kuştinê. Herweha ev rewş  dibe sedemê koçberîya xelkê ji Başûr. Di vî warî de dewleta Tirk bi çete û qaçaqçîyên girêdayî xwe ve, dixwaze Kurdistanê vala bike. Dewleta Tirk û hevkarên wê ciwanan dikin hedef. Taybetî koçkirina ciwanan li Başûr di astekî jor de ye û metirsîdar e. Rewşa jinan jî li Başûr bi giştî nebaş e. Projên pêşxistina azadîya jinan ji alê hukumetê ve kêm in û heta mirov dikare bêji hukumet vî warî de bê proje ye.

Peywendîyên li gel hukumeta Êraqê, weke tê xwestin nînin. Pirsgirêka petrol û budceyê nehatîye çareserkirin. Problema mezin deverên maddeya 140 in. Tenê problem bi hukumeta merkezî re nînin. Êrîşên Tirkiyê û Îranê jî li ser Başûr hene. Ev êrîş rojane berdewam dikin û zererekî can û mal ya mezin didin gelê me. Li Heftanînê, ji nîvê meha Hezîranê heya niha, ji teref dewleta Tirk ve, şerekî dijwar tê meşandin. Lê dewleta Tirk rasta berxwedaneke tund hat û li gel hevkarên xwe nekarî encamê bigre. Di nav gelê me de bi giştî li Başûr û bi taybet li devera Behdînan, helwestek li dijî dagirkeriya dewleta Tirk heye. Mixabin hinek rayedarên siyaseta Başûr, hebûna dewleta Tirk ne wek dagirkerî, lê wek parastina berjewendîyên xwe yên teng digrin dest. Siyaseta desthilatdar ya başûrê Kurdistanê tifaqa xwe ya li gel Bexdayê jî, li ser esasê berjewendîyên Tirkiyeyê û Amerîkayê dimeşîne.

Mînaka herî dawî lihevhatina li ser Şingalê ye. Ew îttîfak, ji sedî sed li dijî berjewendîyên Kurdan e. Feyda wê ne ji bo Başûr ne jî ji bo Şingalê heye. Berevajî wê rêya xeteriya li ber dagirkirina Başûr û Rojava vedike. Şingal xwedî erdnîgarîyek stratejîk e û pira di navbera Başûr û Rojava de ye.

Dewleta Tirk ji ber ku li Haftanînê encam negirt, li gel desthilatiya Trump, hukumeta Iraqê û hinek deshilatdarên başûrê Kurdistanê niha jî, amadekariyên dagirkirina Şingalê dike. Projeya ku DAÎŞ’e ji ber berxwedana hêzên gerîla û berxwedêrên Şingalê nikaribû encamê bigire, niha li gel hikumeta Iraqê û rêveberiya Başûr dîxwaze vê dagirkeriyê pêk bîne. Li ser Şingalê dixwaze Rojava dagir bike û bi wê jî projeya Tirkiyê ya mezin ya wîlayeta Mûsilê ya dema Osmaniyan pêkbîne. Dewleta Tirk ji sala 1926’an û vir ve Musil û Kerkûkê wek birîneke kûr a nijadî digire dest.

ROJAVA

Rojavayê Kurdistanê li hember konseptên navneteweyî û herêmî berxwedana xwe didomîne. Hezên kurewi yên wek Amerîka û Rûsya, hinek caran li gel Tirkiyê nakok in, lê gelek caran lihevhatinên xwe li ser Rojavayê dimeşînîn. Rojavayê Kurdistanê kirinê qada şerê berjewendîyên xwe. Lê li himber vê jî, sîyaseta li rojavayê Kurdistanê di pêşxistina pergala xweserî de, di avakirina tifaqên dîplomatîk de, di bin hemû şert û mercan de, di avakirina dostanîyên di navbera gel û bawerîyan de, di azadîya jinan de bi israr e.

Ev salek e rojavayê Kurdistanê ji bo yekîtiya navxweyî pevajoya lihevditinê heye. Lê mixabın ev pêvajo heta niha ser neketîye. Welê tê xwuyakirin ku plansaziyek nû li hember Rojava heye. Rewş ber bi aloziyek nû ve diçe. Dewleta Tirk gef û êrîşên xwe zêde kirine.Tê zanin ku misogerkirina pêşeroja azad ya Rojava giredayî têkbirina rejîma AKP-MHP’ê ye. Ji ber ku hêza herî dijî Kurd, dewleta Tirk e. Ne tenê bi rêya leşkerî, her wiha bi qutkirina avê, bi pergala sîxuriyê, bi kuştina serokên eşiran yên Ereb yên ku di pergala xweseriyê de cih digrin û dixwazin dijminatiya di navbera Kurd û Erban de çêbikin.

Her weha Efrîn, Girê Sipî û Serekanîyê, niha kirine navenda çetên cihadîst û wan çeteyan dişînin Lîbyayê û Azarbeycanê. Ji bo wê jî êdî dagirkerîya Efrîn, Girê Sipî û Serêkanîyê ketîye rojeva siyaseta cîhanê û bûye xeteriyek Cihanî.

Di Cîhana îro de guhertin zû çedibin. Dîyar e, dewleta Tirk di konsepta xwe ya emperyal de bi israr e. Ew rastî, qeyrana wê ya aborî, civakî, siyasî û dîplomatîk zêde bike. Rewşa lewaz ya dewleta Tirk, derfetên girîng ji bo Kurdan çêdike. Heya Kurd bi hevbeşî wê rastîya dewleta Tirk analîz nekin, dewleta Tirk bi siyaseta xwe ya parçebûnê wê hêza Kurdan lewaz bike. Îro mirov dikare bêje, dostên dewleta Tirk pir kêm bûne. Rewşa rejîma Îranê jî nebaş e û ji ya Tirkiyê xiraptir e. Di bin amborgoyekî giran de ye, qeyrana aborî hingî diçe girantir dibe, rejîm di hemî warî de tengîyekî mezin jiyan dike. Gelên Îranê ne rehetin û guhertinê dixwazin.

Rewşa Kurdistanê û Cihanê ya ku li jor hatî analîzkirin, erk û wezîfeya me jî derdixe holê. Analîz û diyarkirina kêm û kurîyan, têra me nakin. Ji bo ew kêm û kurî bêne çareserkirin, xebatek xurt ji me tê xwestin. Di serî de ji bo yekîtîya neteweyî ku karê me yê bingehîn e, divê bênavber em bixebitin. Di vî warî de îmkan û derfet hene. Her weha em dikarin di asta cîhanê de, xebatek xurt ya dîplomatîk bikin û divê em bikin jî.”