'Wê hesabê îxaneta li Kurdan were pirsîn'

Ji Hêzên Xweparastinê yên Mexmûrê Ferhan Diderî got, dîrok bi mîsogerî wê hesab ji wan kesan bipirse ku îro îxanetê li Kurdan dikin.

Ji Hêzên Xweparastinê yên Mexmûrê Ferhan Diderî got dewleta Tirk a bi serkêşiya Erdogan hemû Kurd û destkestiyên Kurdan ji xwe re kiriye hedef û got, di serî de PDK û Pêşmerge, divê hemû Kurdistanî vê rastiyê paşguh nekin.

Ji Hêzên Xweparastinê yên Mexmûrê Ferhan Diderî bersiv da pirsên ANF'ê.

Li dijî êrîşa Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê PDK jî di nav de Kurd divê çi bikin?

Bi baweriya me gerîla berevaniyê li tevahiya Kurdistanê dike. Em dizanin ku dewleta Tirk a ku êrîş birî ser Xakûrkê, Xinêrê, Heftanîn, Metîna, Zap an jî Qendîlê wê qîma xwe bi vê neyîn. PDK bi polîtîkaya xwe zemînê ji vê re çêdike. Desthilata AKP-MHP'ê ku di polîtîkaya navxwe û derve de asê mayî, bi alîkariya PDK'ê, bi êrîşa li ser Kurdistanê dixwaze qadekê veke. Berê, me Kurdan hev êşan, me hev birînar kir, me ziyan dît. PKK, YNK û PDK'ê ji vê zirar dît. Êdî em ne di demeke wiha de ne. Kurd guherîn. Hêzên Kurd jî divê bibînin ku li ser Kurdan polîtîkayeke çawa tê kirin û divê ev were deşîfekirin.

Di vê rewşê de berpirsyariyeke çawa li ber gelê Başûrê Kurdistanê ye?

Li Şeladizê çi kiribe niha jî divê heman tiştî bike. Tirk hem dixwazin dagir bikin û hem jî dixwazin Kurdan bi hev bidin şerkirin. Polîtîkaya wê me bi hev bide şerkirin. PDK divê çavê xwe veke, vê bibîne û bêdeng nemîne. Rêveberiya Başûrê Kurdistanê polîtîkayeke şaş kir.  Nêçîrvan Barzanî beriya hilbijartinê bi 2 rojan çû Tirkiyê lê AKP di hilbijartinê de têk çû. Desthilata Tirk dixwaze PDK'ê bi kar bîne û bike kujerê birayê xwe. Qîma xwe tenê bi PKK'ê nayîne, hemû destkeftiyên Kurdan dike hedef. Ji bo ku Kurd nebin yek her tiştî dike. PDK vê ji nedîtî ve tê. Dîrok rojekê wê hesab ji wan kesna bipirse ku îxanetê li Kurdan dikin.

PDK li Metîna hemû qadên ku lê ne bi dest dewleta Tirk ve hişt, kincên  xwe jî danê, ne tenê em ti Kurd qebû nake. Ji ber vê divê Kurd rabin ser piyan. .Ev pir zelal e; li Kurdistanê hee PKK têk biçe her kes wê têk biçe. Heke PKK  xurt bibe PDK jî xurt dibe, ev wiha ye. Dewleta Tirk ji bo  hemû Kurdan gefek e mezin e.

Hin ji pêşmergeyan bêhntengiya xwe nîşan didin. Pêşmergeyên welatparêz, li pey yekîtî û berjewendiya Kurdan dikarin çi bikin?

Kurd li Rojhilata Navîn hêza sêyan in. Ê ku DAÎŞ têk birî û di hilbijartinan de bi Erdogan nade windakirin Kurd in. Ji bo Kurdan hê taloke neqediyane divê yekîtiya netewî çêbibe. Li cem dijmin Kurd her yek in, ti cihêtiya wan tine û wan dik hedef. Dema referandûmê gotinên ku Erdoan û dewleta Tirk ji bo rêveberiya Başûrê Kurdistanê gotî, heqeratên wan ên li Barzanî têne bîra me. Divê pêşmerge jî vê ji bîr neke. Divê pêşmergeyên ku bi salan e şehîd didin, xizmetê dikin neyên vê lîstikê. Bi dijmin re hevkarî nabe. Em hêvî dikin ku PDK destê xwe ji vê îxanetê bikişîne.