Wê dîsa kujer bibin mexdûr, Emîne Şenyaşar bersûc be!

Dayê Emîne Şenyaşar ku ji bo xizmên xwe yên di sala 2018’an de li Rihayê hatin qetilkirin di Nobeda Edaletê de ye, bi îdiaya ‘heqaret’ li Parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ê ku bû sedema qetlîama Malbata Şenyaşar kiriye, wê bê darizandin.

Emîne Şenyaşar ku hevjîn û du kurên wê 14'ê Hezîrana 2018'an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê xizmên parlementerê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrîşê de birîndar bû, nobeta xwe ya edaletê dewam dike. Nobeta ku 9'ê Adara 2021'ê li ber edliyeya li Rihayê dest pê kir, îro jî dewam dike.

Malbatê di roja 533’emîn de, li pêşiya avahiya edliyeyê de dest bi nobetê kir. 

Di heman demê de lêpirsîneke din ku derbarê Emîne Şenyaşar de hatibû vekirin veguherî dozê.

Derbarê gotinên Emîne Şenyaşar ên di çalakiyan de anîne ziman heya niha 15 lêpirsînên cuda hatine destpêkirin. Ji van lêpirsînan 5 jê bûn doz û Emîne Şenyaşar ji van dozan tê darizandin.

Sibê wê rûniştina Emîne Şenyaşar a ku bi hinceta “heqaret” li parlamenterê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz kiriye li Dadgeha 4’emîn a Asliyeyê ya Rihayê saet di 11.00’an de were dîtin.

Ferît Şenyaşar diyar kir ku têkoşîna wan ya edaletê di bin zilmê de dewam dike û wiha got: “Nobeta Edaletê berdewam dike. Dayik dixwaze kurê wê were berdan.Tenê edaletê dixwaze. Daxwaza wê ya edaletê nehat bicihanîn li şûna wê derbarê dayikê de 15 lêpirsîn hatin destpêkirin. 5 ji van bûn doz. Wê sibe rûnîştin pêk were û wê dayik bersûc be, mexdûr jî parlamenterê AKP’î ye.”

Şenyaşar wiha zêde kir: “Kesên ku dibêje ez mirov im bila ji vê yekê re bêdeng nemîne. Dayîk wê sibê saet di 11’00'an de derkeve pêşberê dadgehê. Em bang li hemû kesan dikin ku werin pêşiya edliyeyê.”