Wanî ji bo ku namzetên HDP'ê diyar bikin çûne ser sindoqan

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Wanê û navçeyên wê beriya hilbijartina xwecih bi dirûşmeya ''qeyûm wê têk biçin, vîna me wê bi ser bikeve'' bi pêşhilbijartinê namzetên xwe diyar dikin.

Rêxistina Bajêr a Wanê ku li Wanê haziriyên hilbijartinê dike, li navçeyên Ipekyolu, Edremît, Şaxê, Artemetan,Qerqelî, Payızava, Elbak, Şaxê pêşhilbijartin kir.

Li Elbakê 333, li Qerqelî 200, li Edremîtê 241, li Ipekyol 441, li Payizava 221, li Şaxê 186, li Artemêtanê 250 delege çûne ser sindoqê.

Beriya dengdanê Wekîlê HDP'ê yê Agirî Abdullah Koç got, ''Li Kurdistanê têkbirina tifaqa AKP-MHP'ê stratejiya me ya sereke ye. Em li vir in û em ê li vir bin.''

Koç diyar kir êrîşa li ser Kurdan û hêzên demokrasiyê ya ji 2015'an ve didome, tifaqa AKP-MHP'ê dixwaze hemû partiyên bi îdeolojiya fermî ya dewletê bîne cem hev û got, ''Li dijî tifaqa AKP-MHP'ê divê em bibin yek.''