Wanê, Nobeda Wijdan û Edaletê dewrî Îzmîrê kir

Nobeda Wijdan û Edaletê ya li Wanê bi dawî bû. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Kemalbay, anî ziman ku gelê Serhedê xwedî li Nobeda Wijdan û Edaletê derketiye û alê dewrî Îzmîrê dike.

Nobeda Wijdan û Edaletê ya ku piştî li Amed û Stenbolê û şûnde li Wanê hefteyeke dom dikir bi axaftina Hevseroka HDP’ê Serpîl Kemalbay ve bi dawî bû. Fînala çelakiya nobedê tevî bendên polîsan jî gel eleqeyek zêde nîşan da. Di çalakiyê de Kemalbay, parlementerên HDP’ê û gel beşdar bûn. Nobeda Wijdan û Edaletê wê sibê li Îzmîrê destpê bike.

Kemalbay wiha got: “Gelê me Nobeda Wijdan û Edaletê ji Wanê dewrî Îzmîrê dike. Me ji Amedê destpê kir, em çûn Stenbol û hatin Wanê. Li welateke ku edalet lê nebe, li welateke ku rêgezên demokrasiyê hatibe hilweşandin, aştî, mafê mirovan, destkeftiyên jinan ên hatin xestpkirin, li welateke ku hêviyên siberojê yên ciwanan hatin tinekirin, em weke her demê têkoşîna xwe didomînin. Li Tirkiye û Kurdistanê ji derveyî dîroka têkoşînê ya gelan a li ser vê erdnîgariyê ti dîroka wê ya din nîne. Ji bo wekhevî û azadiyê têkoşîn hatiye kirin, hemû kesên ku jiyana xwe ji dest dane bibîr tînin.”

 ‘EM XWEDÎ LI HEV DERNEKEVIN EM NIKARIN BIJÎN’

Kemalbay a ku got: “Me li vir jî dîsa di nava dorpêç de nobedek derbas kir” anî ziman ku piştre bi propagandayên ku mîna ‘Gel HDP’ê naxwazin’ kirin. Kemalbay anî ziman ku bi hezaran mirov û STK’yiyan re civiyane. Kemalbay wiha pêde çû: “Ev nobed û têkoşîn me bi hevpar domand. Rewşenbîr û hunermed bi me re bûn. Me tenê daxwaza demokrasiyê ne anî ziman, li nav civakê jî civîn pêk anîn. Malbatên ku navbera wan nexweş me li hev anî, beşdarî dawetan bûn. Têkildarî êrîşa li ser gundê Şapatanê parlementerên me çûn li cih şopandin û rapor amadekirin.”

Kemalbay destnîşan kir ku Tirkiye hatiye ber devê guhertinên mezin û wiha nirxandin kir:

“Gel alîgirê guhertinane, li gel azadiyê ye. Lê di pêşengtiya Erdogan de kesayetekî faşîst heye. Piştî 7’ê Hezîranê her çendî faşîzim zêde bûbe, berxwedan jî ewqas bi hêz bûye. Ev dîmenên niha hûn dibînin dide nîşandan ku dişta ku em rû bi rû ne. Welatiyên ku xwestin bê serdana Nobeda Wijdan û Edaletê bi dehan nuqteyên lêgerînê re hatin derbaskirin, heta xwe digihanin me. Li vir rewşeke ku her kes di bin çavan de ye, bi ser mala her kesê de hate girtin. Divê em xwedî li hev derkevin, em xwedî li hev dernekevin nikarin bijîn.Ji ber wê ti rejîma xetker û otorîter nikare vê têkoşînê rawestîne.

 ‘EM NOBEDA XWE JI BEHRA WANÊ VEDIGUHÊZIN BEHRA EGE YÊ’

Em bi têkoşîn û berdêlên mezin ên gel dayîn hatine van rojan. Ji bo rengên cuda ya hatina gel hev em têkoşîn dikin. Em ê qadên em bi hev re bijîn bidin avakirin. Silav li hemû kesên beşdarî nobeda demokrasiyê û piştgirî dayî me dikin. Em ji vir Wanê Nobeda Wijdan û Edaletê dewrî Îzmîrê dikin; ji behra Wanê vediguhêzin behra Ege yê. Têkoşîna ku ji bo aştî û demokrasiyê tê kirin wê heta dawiyê dom bike.