Wan bi coşa Amedê xwe ji bo mîtînga mezin amade dike

Rêxistina HDP'ê ya Wanê ji bo mîtînga fînalê ya sibe banga tevlîbûnê li her kesî kir.

Mîtînga mezin a Wanê wê 23'ê Hezîranê (sibe) bi beşdariya Hevserokê Giştî Sezaî Temellî pêk were. Rêxistina HDP'ê ya Wanê li ser mîtîngê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Civîn li avahiya HDP'ê ya bajêr pêk hat û Hevserokên HDP'ê yên bajêr Yadîşen Karabûlak, Umît Dede, Hevseroka DBP'ê ya Amedê Ayla Tarhan û namzetên parlamenteriyê yên Wanê tevlî bûn.

'GEL BI PARTIYA XWE RE YE'

Di civînê de hate gotin, "Em mal bi mal, kolan bi kolan geriyan, bi wesayitên xwe yên anonsê, bi flamayên xwe li navendê, li navçeyan û gundan me careke din nîşan dan bê kî li vî bajarî desthilatdar e. Ji roja destpêkê ve gelê me bi partiya xwe re ye. Gelê me nîşanî dost û dijmin da bê bi kîjan partiyê re ye. Ji ciwanan heta kal û pîran, her kes bi partiya xwe re ye."

'EM DI MÎTÎNGA FÎNALÊ DE LI HEV BICIVIN'

Di dewama daxuyaniyê de bal hate kişandin ser mîtînga sibe ya fînalê û hate gotin, "Hevserokê me Sezaî Temellî û Velî Saçilik jî wê tevlî mîtînga me bibin. Li Îzmîr û Wanê, em ê du mîtîngên fînalê pêk bînin. Eleqeya ku gelên me li gelemperiya welêt nîşanî partiya me û Birêz Demîrtaş da, coş û kelecana me zêde kiriye. Mîtînga Amedê ji bo me bû moral. Em bang li gelê xwe dikin ku tevlî mîtînga me ya mezin a fînalê bibe."