Waliyê Wanê weke serokê AKP'ê yê bajêr dixebite!

Waliyê Tirk ê li Wanê Mehmet Emîn Bîlmez her roj bi AKP'iyan re rûdinê û li dijî HDP'ê jî her bangê dike. Îhaleyên li bajêr jî bi destê walî radestî AKP'iyan tên kirin.

Mehmet Emîn Bîlmez ku ji aliyê Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ve li şûna Waliyê Tirk ê li Wanê Mûrat Zorlûoglû hate tayinkirin, 22 car in bi AKP'yiyan re rûdinê. Di nava hefteyekê de li Payîzava û Sarayê bi keyayan re rûnişt û fermana "seqedeta bi dewletê re" da. Her wiha ji keyayan xwest ku li dijî HDP'ê kar bikin.

Walî Bîlmez hem li derve bi AKP'yiyan digere, hem jî li meqama xwe wan dike mêvan. Serokê AKP'ê yê bajêr, parlamenterên AKP'ê û nazmetê AKP'ê yê şaredariyê Necdet Takva timî bi walî re digerin.

SARISAÇ: KARMENDÊ AKP-MHP'Ê

Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Mûrat Sarisaç li ser mijarê got, "Ya rast, mirov jê re bêje 'Waliyê Wanê yê AKP'ê. Ji xwe ti carî bê alî nebû. Lewma em nikarin bêjin 'Bi bê alî tevnagere'. Ji roja ku hatiye û vir ve ji aliyekî dixebite. Ji ber ku ji aliyê gel ve nehatiye hilbijartin, diviyabû bê alî tevbigeriya. Hikumeta AKP'ê walî kiriye serokên xwe yên bajaran. Beriya niha Waliyê Wanê kir namzetê xwe yê Trabzonê. Walî û qeyûm ji bo AKP'ê xebitîn. Îhaleyên li Wanê bi fermana walî radestî AKP'yiyan hatin kirin. Qeyûm weke şaredarê AKP'ê xebitîn. Karmendên AKP-MHP'ê ne."