Waliyê Tirk ê li Wanê qîma xwe bi rewşa awarte jî neanî

Waliyê Tirk ê li Wanê, qîma xwe bi Rewşa Awarte neanî û ji bo mehekê hemû çalakiyên demokratîk ên li bajêr qedexe kir.

Waliyê Tirk ê li Wanê, li bajêr qedexeyan di nava qedexeyan de îlan dike. Walîtiyê, di çarçoveya Rewşa Awarte de ji bo mehekê li Wanê hemû çalakiyên demokratîk qedexe kir. Li gorî daxuyaniya Waliyê Tirk, meş, daxuyaniya çapemeniyê, mîtîng, vedana kon, danîna stantê, çalakiya rûniştinê û aktîvîteyên mîna wan, heta 30 rojan hatine qedexekirin. Navenda bajêr û navçe jî ji aliyê polîs û leşkeran ve hatine dagirkirin. Serokê ÎHD'ê yê Wanê Mûrat Melet nerazîbûn nîşanî vê qedexeyê da û destnîşan kir, ku ev yek ne ya qebûlkirinê ye.

MELET: TIRKIYE DEWLETEKE REWŞA AWARTE YE

Melet diyar kir, Tirkiye ji roja hatiye damezrandin û vir ve bi qanûnên Rewşa Awarte hatiye birêvebirin û got, Komara Tirkiyeyê dewleteke Rewşa Awarte ye. Melet anî ziman, qanûnên li vî welatî êdî li gorî kêfa dilê rêveberan bi cih tên anîn û got, "Waliyê her bajarî, qeymeqamê her navçeyê, ya jî wezîfedarên ewlekariyê li gorî xwe pîvanan destnîşan dikin. Ev jî dibe sedem ku welatî mexdûr bibin."

'DITIRSIN KU LI WANÊ MIROV LI HEV BICIVIN'

Melet destnîşan kir, qedexeya ku Walîtiya Wanê daniye ser hemû çalakiyên demokratîk ne ya qebûlkirinê ye û wiha dewam kir: "Bi vê yekê re dixwazin, ku kes mexdûriyeta li Wanê nîne ziman. Ditirsin ku mirov li Wanê li hev bicivin. Dixwazin jiyana civakî ya li Wanê teng bikin. Waneke ku serî ditewîne dixwazin. Di dema dawî de Parlamenterê Wanê yê AKP'yî Beşîr Atalay bi daxuyaniyên xwe gefê li rêxistinên civakî yên sivîl dixwe. Heta ku Tirkiye bibe welatekî mafên mirovan û azadiyê, wê têkoşîna me ya ji bo mafên mirovan dewam bike. Demokrasî ne bi Rewşa Awarte, lê bi rakirina pêkanînên mîna Rewşa Awarte, dikare bê."