Waliyê Tirk ê li Wanê ji keyayan xwest pabendî Erdogan bin

Waliyê AKP'ê yê li Wanê Mehmet Emîn Bîlmez karê xwe yê ji bo hilbijartinê didomîne. Bîlmez pesnê Erdogan dide û ji keyayan dixwaze pabendî Erdogan bin.

Waliyê Tirk ê li Wanê û qeyûmê AKP'ê Mehmet Emîn Bîlmez, li navçeya Sarayê ya li ser sînorê Îranê, piştî ku serdana yekîneyên Tîmên Taybet ên Jendermeyan kir, bi keyayên navçeyê re rûnişt. Li navçeya ku HDP'ê 88 ji sedî yê dengan stend, Bîlmez gef li keyayan xwar. Walî Bîlmez propaganda AKP'ê dike û ji keyayan re got, "Di têkoşîna dijî terorê de barekî giran dikeve ser milê keyayên me."

'HÛN JI BO ERDOGAN GELEKÎ HÊJA NE!'

Bîlmez got, "Di serî de Birêz Serokkomar, hemû saziyên erkdar ên dewleta me keyayan gelekî girîng dibînin. Şertên keyayan û mafên wan ên civakî hatin sererastkirin. Keya li taxan, li gundan nûnerê dewletê ne." Qeyûmê AKP'ê got, "Em sedeqetê ji keyayan hêvî dikin."