Waliyê Tirk ê li Şirnexê ji bo AKP’ê gefê li gundiyan dixe

Waliyê Şirnexê Mehmet Aktaş li gundên Cizîrê digere û dibêje “Heke hûn dengê xwe bidin AKP’ê ew ê kêşeyên binesaziyê werin çareserkirin û hûn ê tapûyên xwe bistînin.”

Bi nêzikbûna hilbijartina zordest re ya di 24’ê Hezîranê de, AKP û MHP hemû derfetên dewletê bi awayekî bêhiqûq bi kar tînin.

Serokê AKP’ê yê Bajarê Şirnexê Îbrahîm Halîl Erkan tevî leşkerên payebilind û waliyê Şirnexê Mehmet Aktaş ji bo AKP’ê li gundan digerin. Walî Aktaş li gundên navenda Şirnexê, Qileban, Cizîr, Basa û Silopiyê digere.

‘DENGÊ XWE BIDIN AKPÊ, TAPÛYA XWE BISTÎNIN’

Walî Aktaş çû serdana gundê Kûrtûlûş ê Cizîrê û diyar kir ku heke gundî dengê xwe bidin AKP’ê ew ê kêşeyên wan ên binesaziyê werin çareserkirin. Gundiyan diyar kirin ku, Aktaş gotiye heke hûn dengê xwe bidin AKP’ê ew ê di nava 4 mehan de karibin tapûyên erdê xwe bistînin.

NE CARA PÊŞÎN E

Aktaş berê jî di serdanên gundan de gotibû ‘Heke hûn dengê xwe bidin HDP’ê ew ê hizûr neyê vê derê, heke hûn dengê xwe bidin AKP’ê ew ê kêşeyên we çareser bibin.” Di hilbijartina Odeya Bazirganî û Senayiyê ya Cizîrê de jî walî Aktaş ji bo AKP’ê daxwaza piştgiriyê kiribû.