Walîtiya Hewlêrê: 3 êrîşkar hatin kuştin

Li paytexta Herêma Kurdistana Federe Hewlêrê, li dijî avahiya walîtiyê êrîş hate kirin. Hate ragihandin ku 3 kesên êrîş birin ser avahiyê hatine kuştin.

Li Hewlêrê danê sibehê saet 07:45'an, sê kesên nenas ên bi çek ketin hundirê avahiya walîtiyê. Li gorî rayedarên walîtiyê, êrîşkaran li ber deriyê avahiyê polîsek birîndar kirine.

Alîkarê walî Tahir Abdullah danê sibehê diyar kir ku kesên çekdar saet 07:45'an hatine ber avahiya walîtiyê û gule li endamên ewlekariyê reşandine. Abdullah got, "Ketin hundirê avahiyê û piştre derketin qatê sêyemîn.

Tedbîrên berfireh ên ewlekariyê li dora avahiyê hatin girtin û bi saetan dengê çekan ji avahiyê hat. Çavkaniyên herêmî gotin, kesekî dîlgirtî hatiye rizgarkirin. Destpêkê hate ragihandin ku du êrîşkar hatine kuştin. Saet derdora 12'an jî hate ragihandin ku êrîşkarê sêyemîn jî hatiye kuştin.

Li ser nasnameya êrîşkaran, çekên bi wan re û armanca wan agahiyeke zelal bi dest neket. Heta niha kesî êrîş li xwe negirtiye.