Walitiya Amedê çalakiyên ji bo Guven qedexe kirin

Leyla Guven berî niha ji bo tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto bike, çalakiya grêva birçîbûnê dabû destpêkirin. Walîtiya Amedê, bi 15 rojan her cure çalakiyên ji bo piştgiriya Guven bên kirin qedexe kir.

Herseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û palamentera Colemêrgê Leyla Guven 7’ê Mijdarê ji bo tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto bike, ketibû grêva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger.

Rêxistina HDP’ê ya Amedê û parlamenter wê li ber girtîgeha tîpa E ya Amedê ku Guven lê tê girtin daxuyaniya çapemeniyê pêk bianîna.

Beriya daxuyaniyê Walitiya Amedê, piştî rakirina Rewşa Awarte, bi dorhêla rayeya ji bo waliyan hatî dayîn, bi 15 rojan di nav sînorên bajarê Amedê de pêkanîna her cure çalakiyan qedexe kir.

AVAHIYA HDP’Ê YA BAJÊR Û GIRTÎGEH HAT DORPÊŞKIRIN

Biryara qedexekirinê bi nivîskî ji hevseroka HDP’ê ya bajarê Amedê Fîlîz Bûlûttekîn re hate ragihandin. Piştî biryara qedexeyê avahiya HDP'ê ya bajêr, bi TOMA, wesayîtên zirxî û gelek polîsên ‘çevik kuvvet’ hat dorpêşkirin. Nehiştin ku HDP’yî derkevin û biçin li ber girtîgehê daxuyaniya çapemeniyê bidin.

Bi heman awayî Girtîgeha Tîpa E ya Amedê jî hate dorpêçkirin.