Walîtî li xwe mikur hat: Vedat Ekîncî bi guleya leşkeran hate kuş
Walîtiya Colemêrgê li xwe mikur hat ku Vedat Ekincî yê 14'ê salî li Rûbarokê bi guleya leşkeran hatiye kuştin.
Walîtiya Colemêrgê li xwe mikur hat ku Vedat Ekincî yê 14'ê salî li Rûbarokê bi guleya leşkeran hatiye kuştin.
Walîtiya Colemêrgê têkildarî kuştina zarokê 14 salî Vedat Ekîncî yê li Rûbarokê di gulebarana eskeran de jiyana xwe ji dest da daxuyanî da. Walîtîyê parast ku Vedat Ekincî bi guleya eskeran a pekiya ye ji yana xwe ji dest daye.
Hakkari’de, 14 yaşındaki Vedat Ekinci adlı çocuk, helikopterden açılan ateş sonucu öldürüldü.
— Garo Paylan - Կարօ Փայլան (@GaroPaylan) August 2, 2019
Roboski katliamı devam ediyor!pic.twitter.com/fpvA2fcRO2
Leşkerên Tirk li Gundê Çemê Kurk ê bajaroka Rûbarokê ya Colemêrgê, li ser gundiyên ku li ser sînor qaçaxvanî dikirin gule reşandin. Gundiyên qaçakvaniya sînor dikirin dema ji Herêma Federe ya Kurdistanê vedigeriyan, leşkerên Tİrk gule li ser welatiyan reşandin. Eskeran di gulebaranê de zarokê 14 salî Vedat Ekîncî li cihê bûyerê kuştin. Walîtiya Colemêrgê têkildarî kuştina zarokê 14 salî Vedat Ekîncî yê li Rûbarokê di gulebarana eskeran de jiyana xwe ji dest da daxuyanî da. Walîtîyê parast ku Vedat Ekincî bi guleya eskeran a pekiya ye ji yana xwe ji dest daye. Walîtiyê diyar kir ku 01.08.2019'an ''2 kîlometre li nava Sînorê Bakurê Iraqê yê'' dervê Navçeya Ruparakê kesên xwestine têkevin sînor, yekîneyên wan hişyariya "Raweste" kirine û wiha got: "Lê kesên ji dervê sînor hatin ji ber li hişyariya "raweste" guhdar nekirine guleyên hişyariyê berdane û ji ber gule pekiya ye welatekî me birîndar bûye û welatiyekî me jiyana xwe ji dest daye."