Walî Hadî bi mudaxeleya Barzaniyan hate berdan

Waliyê Hewlêrê Newzat Hadî yê ku bi hinceta petrol bi qaçaxî firotiye çend roj berê hatibû destgîrkirin bi hevdîtina di navbera Nêçîrvan Barzanî û Mesût Barzanî serbest hate berdan. Ji dêvila Hadî 2 parêzvanên wî hatin destgîrkirin.

Waliyê Hewlêrê Newzat Hadî yê ku tevî birayê xwe yê ku berpirsê Asayîşa Hewlêrê ye ji ber hinceta ku petrol bi qaçaxî firotine hatibûn destgîrkirin. Walî Hadî roja Çarşemê êvarî serbest hate berdan.

Hate îddîakirin ku walî Newzat Hadî di xeta petrolê ya di navbera Hewlêr û navçeya Mexmûrê de bi qaçaxî petrolê difiroşe û piştî hevdîtina di navbera Serokwezîrê berê yê Herêma Kurdistanê ya Federal Nêçîrvan Barzanî û Serokê Giştî yê PDK’ê Mesût Barzanî hatiye berdan.

DU PARÊZVANÊN WÎ HATIN DESTGÎRKIRIN

Li gorî agahiya ku kesekî li Walîtiya Hewlêrê ragihand, beriya ku Hadî serbest were berdan, du parêzvanên wî bi heman hincetê hatine destgîrkirin.

Xizmetên Hadî diyar kirin ku ji ber nakokiya di navbera kurê Mesût Barzanî, Masûr Barzanî û Serokwezîrê berê yê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, meseleya firotina petrolê ya bi qaçaxî pêk tê.